Li Yukselê di roja 332 an de polîsan dîsa êrîş kirin 2017-10-06 16:11:21   ENQERE - Çalakiya ‘Em karê xwe paş ve dixwazin’ li Kolana Yukselê 332 roj e berdewam dike. Polîsan dîsa destûr nedan daxwuyaniyê û êrîş kirin.   Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nûrîye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 212 yan. Çalakiya kedkarên cemaweriyan a li Kolana Yukselê ya ji bo Semîh û Nûriye vegerin karên xwe jî di roja 232 de berdewam kir.    ‘Nûriye û Semîh rûmeta me ne’   Çalakgerên ku xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê daxwuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Çalakgeran panqartên “ Bila Nûriya û Semîh serbest bên berdan” vekirin. Her wiha  çalakgeran dirûşmeyên “Nûriye û Semîh rûmeta me ne” avêtin.   ‘Bi dengên sîrenan dengên dirûşmeyan hat dewisandin’   Çalakger bi çepik û sloganan ji qadê veqetiyan.