Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2017-10-06 15:18:52   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi girtiyan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Xwûşk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbatên girtiyên din birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.