Li Omeryanê amadekariya operasyonê 2017-10-06 14:34:38   MÊRDÎN -  Li Çiyayê Omeryanê yê di navbera Mahsertê û Nisêbînê de rojên dawî de qedexeyên sîstematik dihat îlankirin. A niha ji nû ve Çiyayê Omeryanê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.    Rojên herî dawî Çiyayên Omeryanê bi şer, şewat û qedexeyan di rojevê de bû. Leşkeran gundên Talatê, Çale û Stilîlî dorpêç kirin. Li gor agahiyên gundiyan leşker li herêma ku hîn qedexe nehatiya îlankirin amadekariya operasyonê dikin.