Dayikên Aştiyê ji bo Celal Talabanî sersaxî xwestin 2017-10-06 13:29:23   AMED- Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê ji bo Celal Talabanî sersaxî xwest. Daxûyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Sultan Koyun ve hat xwendin û dîyar kir ku çavê Celal Talabanî bila vekirî nemîne wê gelê kurd bibe yek û biser bikeve.   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo serokê YNK'ê Celal Talabanî daxuyanî da. Daxûyanî li Meclisa Dayikên Aştiyê hate dayîn. Di daxûyaniyê de emdama Meclisa  Dayika Aştiyê Sultan Koyun li ser navê hemû Dayikên Aştiyê sersaxî xwest. Dayika Aşitiyê Sultan Koyun got ku ji ber wefata Celal Talabanî hemû gelê kurd xemgîne û ew mirovekî hêja bûye û wiha berdewam kir: "Celal Talabanî dostê dostê xwebû, ew jî serokekî gelê kurd bû. Wî ji aşitiyê gelekî hez dikir û ji bo kurdan gelekî zahemetî kişand."   'Dem dema yekîtiyê ye'   Dayika Aştiyê Sultan da zanîn ku jiyana Celal Talabanî bi piranî li sirgûnê derbas bûye û wiha domand: "Her ku çiqas jiyana Celal Talabanî li sirgûnê de derbas bûye jî gelê kurd ji heft salî bigire heta heftê salî ji wefata wî gelekî xemgîne.  Ji ber ku ew avahîsazê aştiyê bû. Em ji gelê kurd û malabata wî re sersaxiyê dixwazin. Bila çavê Mam Celal vekirî nemîne wê aştî pêk bê. Divê hemû gelê kur dest bide hev û ji bo azadiyê, aşitiyê û wekheviyê bixebite. Lewra jî êdî dem dema yekîtiyê ye."   'Mam Celal di dilê gelê kurd de dijî'   Sultan axaftina xwe wîha bî dawî kir: "Ji bo ev zilm û zordestî bi dawî bibe divê hemû kes wek Celal Talabanî bifikire. Ji ber ku li welatê xwe  wefat nekir û li di dervayî welêt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji destda. Ev jî xemgînîke gelek girane ji bo gelê kurd. Lê Mam Celal nemiriye di dilê gelê kurd de dijî. Çavê Mam Celal bila vekirî nemîne wê gelê kurd bibe yek û biser keve."