Li herêma Reco jî sonda fermî hat xwarin 2017-10-04 16:51:35   EFRÎN- Hevserokên komînan ên Herêma Reco û navçeyên wê ji bo dest bi karê xwe bikin sonda fermî xwarin.   Desteya Rêveber a Fedealiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “komîn dibistana demokratîk û rêveberiya xweser e” ji bo Hevserokên ku di hilbijartina Komînan de bi ser ketin li Salona Mîra civînek li dar xist. Civîn bi tevlîbûna Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û 200 û 32 Hevserokên komînan a herêma Reco û navçeyên wê (Bilbil,Meydana,Behdîna) pêk hat.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Rohilat Arif nîşan da ku komîn ji bo rêxistinkirina gel û xizmeta welatiyan hat avakirin.   Pişt re belge  di çerçoveya kar û xebatên komînan de bi herdû zimanên erebî û kurdî ji hêla herdû Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Rîm Qirmo hat xwendin.   Di dawiyê de hevserokên Komînan bi zimanê kurdî sond xwarin.   Civîn bi şahî û gerandina govendê bi dawî bû.