Şebnem Korur Fîncanci dest ji dersa zanîngehê berda 2017-10-04 14:18:42   STENBOL - Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, ku dest ji dersa xwe ya li zanîngehê berda li ser medyaya civakî wiha got: "Ma her dem ev me ji kar bavejin." Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur dest ji dersên xwe yên ku li Zanîngeha Altinbaşê dida berda.Şebnem sedema berdana xwe ya dersan li ser medyay civakî aşkera kir û diyar kir ku wê ji ber zaanîngehê peymana bi Akademîsyenên ji bo Aştiyê re nû nekiriye dest ji dersan berdaye. Şebnem li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ma her dem wê ew  me ji kar bavejin! vê car jî min dersên xwe yên zaningehê ji ber ku peymana bi Akademîsyenên ji bo Aştiyê re nehat nûkirin berda.