TJK-E: Jinên Kurd dê di 7’ê Cotmehê de hêrsa xwe berz bikin 2017-10-04 13:19:09   NAVENDA NÛÇEYAN-Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) de hat ragihandin, di salvgera 19'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de, ji bo hesab ji hêzên komploger bipirsin, jin û gelê Kurd ji her demê bêhtir bi hêrs û bi biryar in.   TJK-E diyar kir, jinên Kurd, gel û dostên Kurdan, zincîra teslîmiyet û têkçûnê ku bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wan dihate ferzkirin qetandine û azadiya rêberê xwe weke azadiya xwe dîtine.   Di daxuyaniyê de hat gotin: "Jinên Kurd, asta heyî ya azadî û wekheviyê deyndarê tez û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. Têkoşîna serhildêr a jinên hatine kolekirin, bûye serhildana gelekî, bûye hêza rêveber a kevneşopiya berxwedanê.   Teslîmiyeta ku bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an re li ser Rêber Apo hate ferzkirin, li çar parçeyên Kurdistanê û ji aliyê jinan ve veguheriye têkoşîna azadî û rûmetê."   TJK-E komploya 9'ê Cotmehê careke din şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo hesab ji hêzên komploger bê pirsîn, jinên Kurd wê 7'ê Cotmehê hêrsa xwe bi xurtî nîşan bidin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji hêzên bingehîn ên komploya navneteweyî pûç kir, jin e û jin wê her tim azadiya xwe di azadiya rêberê xwe de bibînin.   Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê bingehê, jinên Kurd wê sîstema Îmraliyê ji hev bixîne û ji bo azadiya Rêberê xwe, bi baweriyeke mezin li qadan dersa pêwîst bidin faşîzmê."   Di daxuyaniya TJK-E de li ser çalakiyên 7'ê Cotmehê werin lidarxistin, ev agahî hatin dayin:   Bi beşdariya mirovên li eyaleta NRW a Elmanyayê wê li Dusseldorfê çalakî were lidarxistin.   Bi beşdariya bajarên Hambûrg-Kîel û Bremenê wê li navenda Bremenê çalakî bê lidarxistin. Li Hannover, Berlîn, Kassel û herêma Sachsenê wê çalakî bên organîzekirin.   Çalakiya li Parîsê wê bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Drancy, Vîllîer le Bel, navenda Parîsê, Creîl, Normandiya, Evry, Roûenê pêk were.   Li bajarên Marsîlya, Bordeaûx, Rennes, Montpellîer, Lyon ên Fransayê wê çalakî werin lidarxistin.   Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Basel, Bern û St. Gallenê wê çalakî pêk were.   Çalakiya li paytexta Swêd Stockholmê wê bi beşdariya ji bajarên Borlegen, Ûppsala, Orebro, Borlange, Gavle û Helsînkî pêk were.   Li Goteboriyê wê çalakî bê organîzekirin.   Li paytexta Norwêc Osloyê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bajarên Lînz, Graz û Înnsbrûckê, li paytexta Japonya Tokyoyê, li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li bajarên Toronto û Montreal ên Kanadayê wê çalakî hebin.