Melîke ya ku hatibû qetilkirin pitika wê jiyana xwe ji dest da 2017-10-04 13:12:05   NAVENDA NÛÇEYAN- Melîke ya ku 8 mehî ducanî bû û ji aliyê hevserê xwe Huseyîn Kartal ve hatibû qetilkirin, pitika wê ya ku bi rêya sezeryanê hat girtin jiyana xwe ji dest da.   Şeva 15’ê Hezîranê li Bîlecikê  Huseyîn Kartal (35) ê ku derbarê wî de biryara jidûrxistinê hatibû dayin, Melîke Kartal (29) birîndar kiribû. Di encama birîndarkirinê de Melîke li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û pitikê wê bi rêya sezeryanê hatibû girtin. Pitika Melîke piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonkarahîsarê li Nexweşxaneya Taybet a Ispartayê hat tedawîkirin.       Pitika ku 3 meha li beşa nihêrtina giran a Nexweşxaneya Taybet a Ispartayê de ma, jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê pitik piştî otopsiya Nexweşxaneya Lêkolîn a Zanîngeha Suleyman Demîrel, ji aliyê meta pitik teslîm hat girtin.