'Nuriye di beşa giran a lênêrtinê de tê girtin' 2017-10-04 12:52:57   ENQERE - Nuriye Gulmen ya di greva birçîbûnê de ye 10 roj in bêyî rizaya wê li beşa giran a lênêrtinê ya Nexweşxaneya Nimûneyê tê girtin.  Nuriye ya ku hevdîtina wê ya bi parêzer re ya ji 3 rojan carekê saetek bû daxistin 5 deqîqeyan û Nuriye wekî akademîsyenek wêjevan li beşa lênêrtiya giran jî dema xwe bi pirtûkxwendinê derbas dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin û di roja çalakiya xwe ya 76'emîn de  hatin girtin çalakiya wan di roja 2010'emîn de berdewam dike.  Semîh li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê çalakiya xwe berdewam dike. Nuriye jî ji 25'ê Îlonê de çalakiya xwe li Nexweşxaneya Nimuneyê ya Enqereyê  ku bêyî îradeya wê ew rakirinê berdewam dike. Nuriye ya ku  bi awayê hişê wê li serê wê li beşa lênêrtinê ya giran tê girtin, li odeya bi perde ku tuvaleta wê tune ye tê girtin.     Destûra 1 saetê daxistin 5 deqîqeyan   Nûriye ya ku li Nexweşxaneya Nimûneyê  tê girtin tenê parzerê wê û Beyza Gulmen ku jê re refeqetê dike  dikaribû ji 3 rojan carekê hevdîtin pêre bikira ev hevdîtina wê ya 1 saetê daxistin 5 deqîqeyan.     Bi xwendina pirtûkan li ber xwe dide   Akademîsyen Nuriye Gulmen ku li zanîngehê li ser wêjeyê lêkolîn dikir, hem li çalakiya li kolana Yukselê a bi dirûşma "Em karê xwe paşve dixwazin" hem li girtîgehê û hem jî li nexweşxaneyê berxwedana xwe bi xwendina pirtûkan berdewam dike.   Berxwedêrên Yukselê di nobetê de ne   Xebatkarên ku bi KHK'ê ji karên xwe hatin avêtin  û li Yukselê ev 330 roje bi dirûşma "Em karê xwe paşve dixwazin" jî li ber nexweşxaneyê çalakiya xwe ya nobetê berdewam dikin. Acun Karadag û Velî Saçilik jî li ber nexweşxaneyê nobeta xwe berdewam dikin û dibêjin ku nikarin bi darê zorê mudaxeleyî Nuriyeyê bikin.    Ewlehiya li nexweşxaneyê tê girtin li edliyeyê nayê girtin   Nuriye û Semîh bi hinceta ewlehiyê di 14'ê îlonê de ne anîn daneşîna doza wan a yekemîn ku jê tên darizandin.  Di daneşîna dozê ya 2'yêm ku li girtîgeha Sîncanê hat dîtin de jî Nuriye berî dozê bi 2 rojan di 28'ê îlonê de rakirin nexweşxaneyê û daneşîna ku tenê Semîh anînê ji bo Nuriye jî gotin ku ji ber anîna Nuriye xeter bûye ew ne anîne.   Li gel xeteriya heyî daneşîna mehekê taloq kirin   Heyeta dadgehê jî bi hinceta ku delîl bên topkirin û bi gûmana sucdariya giran biryar da ku girtina Nuriye û Semîh berdewam bike û doz taloqî 20' êcotmehê kir.