Xwediyê mexazeyê li dijî jinê îstîsmara zayendî pêk anî, bi AKP’ê jî tehdîd kir 2017-10-04 09:14:07   AMED - Xwediyê RGS Gomlekê M.G ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn, hat îdiakirin ku li hemberî jinan ku ji bo xebatê hatiye hevdîtinê, êrîşa îstîsmara zayendî pêk aniye.  Jinê tiştên ku jiya di nameya xwe ya teşîrê re vegot û got ji ber nasnameya xwe ya siyasî rastî tehdîdên M.G tê.   Jina ku berê li ser çapemeniya civakî xwediyê RGS Gomlekê M.G nas kir, ji bo di mexazeyê de bixebite di 21’ê îlonê de hat Amedê.  Lê rastî êrîşa zayendî ya xwediyê fîrmayê hat. Jinê bi nameya ku nivîsî êrîşa zayendî teşhîr kir  û got ew peymanên tehdîdê digirin.    O. ya ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda di nameyê de got dema hatiye Amedê M.G normal tevgeriyaye û wiha got: “Lê di trafîkê de di her carê de nêzîkatiya xwe ya AKP’nîşan dida.   ‘Min got ez naxwazim’   O. diyar kir ku M.G ji wê re gotiye em biçin cihê kar û biriye dikaneke girtî û wiha pê de çû: “Em çûn dikanê. Kepenk girt. Me kahve vexwar. Pişt re nêzî min hat. Min got ez naxwazim. Pişt re şîdet li min kir.  Min parastina cewherî pêk anî. Min cama ofîsê şikand.Pişt re giriya û got ‘Ez ji te hez dikim. Ez roja înê zirarê nadim te. Pişt re kêr da qirika min û qeyda deng girt.”   ‘Ti jinek komunîstî ezê te bavêjim hundir’   O. di berdewam kir û got:" M.G ji ber nasnameya wê ya siyasî tehdîdên mirinê li wê kiriye û ev tişt daxuyand: “Li ser nasnameya siyasî min tehdîd  kir. Got "ez ê te bavêjim girtîgehê.  Pişta min saxlem e. Ez serdozger nas dikim. Hevalên min yên polîs hene. Tu jinek komunîst î. Ez ê te biavêjim girtîgehê."   O. diyar kir ku bi hincetekê derketine derve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Telefona min girtibû dîsa da min.  Min got ez birçî bûme. Em çûn xwaringehekê. Ez li taksiyê siwar bûm. Min xwe gîhand hevalan. Pişt re peyamên tehdîdê hatin.  Dayika wî asîstana wî hemûyan peyamên tehdîdê şandin.   Li ser çapemeniya civakî jî êrîş û tacîz didome.”