'Komîn bingeha heqîqeta jînên azad in' 2017-10-04 09:03:38 EFRÎN - Desteya Rêveber a Ferderaliya Bakurê Sûriyê duh bi dirûşma "Komîn bingeha heqîqeta jinên azad in” civînek bi hevserokin jin ên komînan re kir.   Li herêma Efrînê Desteya Rêveber a  Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê û Kordinasiyona Kongra Star  ji bo ku jinên hevserokên komînan erka xwe, kar û xebat, îradaya xwe hev beş pêk bînin bi hevserokan re civîn li dar xistin. Di civîna ku hat lidarxisitn de nûnerên kongra Star û 700 jinên hevserokên komînan ên herêma Efrînê û navçeyên wê tevli bûn. Civîn li hola Şingêl hat li dar xistin. Hola Civînê bi wêneyên cengoriyên azadiyê û wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û bi alên Kongra Star hat xemlandin.   Civîn bi deqeyek rêz girtin dest pêkir.  Paşê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Fîdan Husên berxwedaniya ku jin li Rojavayê kurdistanê dike li hemû jinan û Rêberê PKK Abdullah Ocalan pîroz kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Gelek pêngavên giring li Rojavayê kurdistanê hatin kirin,  yek ji wan jî serkeftina jinên ku nikarîbûn ji mal derkevin û  mafên xwe bixwazin bû. Jinên ku nikaribûn ji malê derketana pêşengtiyê ji jinên cîhanê re dikin.”     Piştra endama Rêveberiya Kordînasyona Kongra Star Zelal Xebat tekez kir ku divê hevserokên komînan cihê zanabûn û baweriyê bigirin û her dem di bin xizmeta welatiyan de bin.    Her wiha Berdefka kordînasyona Kongra Star Wehîde Xelîl jî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna jinên pêkhateyên din wiha got : "Tevlibûna jinên kurd, ereb , tirkmen û çerkez di hilbijartinan de bersivek dan zihniyeta dewletê  û desthilldar."   Civîn bi şahî û gerandina govendê bi dawî bû.