Meclisê parlamenteriya Besîme Konca betal kir 2017-10-03 16:58:55   ENQERE - Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya sala nû de parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Besîme Konca hat betalkirin.    Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya  sala nû de, parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca  hat betalkirin. Parlamenteriya  Bi hinceta 2 sal û nîv  cezayê girtigehê li Besîme Konca hatiye birîn, parlamenteriya wê hat betalkirin. Lijneya Giştî ya Meclisê kom bû, tezkereya serokwezir a têkildarî Besîme Konca amade kir xwend û piştre wekîltiya Konca betal kir. Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Dîlokê, derbarê Besîme Konca de bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kiriye” biryara dadgeha herêmî ya cezayê 2 sal û nîv ê girtîhê di cih de dîtibû.      Bi betalkirina parlamenteriya Besîme Konca re, hejmara parlamenterên HDP’ê yên parlamenteriya  wan betal bû derket 5’an. Destpêkê parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag hat betalkirin. Dûre jî ya Nursel Aydogan û herî dawî parlamenteriya Parlamenterê HDP’a Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP’a Wanê Tugba Hezer hatibûn betalkirin.