Parêzerên Abdullah Ocalan cara 691’ê serlêdan kirin 2017-10-03 14:14:58   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 691'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Faîk Ozgur Erol bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzer ji wê demê heta niha 691 car e ku serî li serdozgeriyê didin.   Hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 690 car bi hinceta "Muxalefeta hewayê", "Keştî xerabe ye", "Keştî tê tamîrkirin" û bi sedema "OHAL" hat astengkirin