'Nobeta ji Ocalan re Azadî' Tevgera Jinê ya Swîsreyê dewr girt 2017-10-03 12:29:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinê ya Swîsreyê ve hat dewrgirtin.   Çalakiya ku li herêma nêzî avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 275'an de ye. Nobeta li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê li ser navê Tevgera Jinê ya Swîsreyê Saadet Kuran, Salîha Ocalan, Tenzîle Yusuf û Sultan Zor girtin ser milê xwe. Endamên Tevgera Jinê ya Swîsreyê, roja Yekşemê nobet ji koma Dusseldorfê dewir girt.   'Heta ku Rêberê me azad nebe em ê li ser piyan bin'   Berdevka komê Saadet Kuran bi bîr xist ku çalakiya nobetê ev 5 sal in dewam dike û destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê nobetê bidomînin. Saadet Kuran wiha got: "Heta ku Rêberê me azad nebe em ê li ser piyan bin û berxwedana xwe mezin bikin."   Saadetê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan pêşve xistin, jin jî pê war in û heta ew hebin, ew ê li ser şopa Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bin. Saaadet diyar kir ku jin deyndarê Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan in û wîha berdewam kir: "Rêbertî dibêje, 'heta jin azad nebe, civak azad nabe, ez jî azad nabim'. Em jî dibêjin 'berxwedan jiyan e' û em ê li ser şopa Rêberê xwe bimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku heta Rêberê xwe azad bikin, tevlî van çalakiyan bibin."