Ji ewlehiya Îhtîsasa Bilind li dijî jinan êrîşa sîstematîk 2017-10-03 09:22:35   Habîbe Eren   ENQERE- Li Nexweşxaneya Îhtîsasa Bliind kesê bi navê Oguz B. yê peywirdarê ewlehiyê bû, li nexweşxaneyê jinek derb kir, jin tehdît kir û heqaret lê kir.  Tevî ku jina mexdur û şahidan gilî kir jî der barê Oguz B de tiştek nehat kirin. Ligel vê Oguz B. kesên ku lê gilî kiribûn bi gotina ‘heta serokomarê we rê heye’ tehdîd kir.  Hat hînbûn ku Oguz B. berê jî jinek bi gotina ‘ti nekarî lingan bavêjî ser hev’ êrîş kiriye.   Di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de êrîşên li dijî jinê zêde bûn. Li qadên taybet û qadên cemawerî  jî şîdeta li dijî jinê derket asta herî jor. Kesê bi navê Oguz A. yê li beşa Kardiyolojî ya Zarokan a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya îhtîsasa Bilind a Tirkiyeyê peywirdarê ewlehiyê bû li nexweşxaneyê şîdet li jinekê kir.   ‘Ma divê em li we bixin’   Şahidên xwe gîhandin JINNEWS’ê  diyar kir ku ji ber odeya doktor qelebalix bû gazî peywirdarê ewlehiyê Oguz B. hatiye kirin û Oguz hatiye korîdorê û gotiye :“ma divê em li we bixin? Ji bo we mirovahî nabe. Derketin derve!. Di wê navberê de Oguz li jinekê  xist û jinê got ‘Ti çi dikî’. Li ser vê rastî heqeret û tehdîdan hat.”    ‘Jintiya xwe bizane’   Şahid diyar kir ku Oguz B. gotiye ‘Ti jinekî. Jintiya xwe bizane. An ez dizanim li vir çi bikim. Ji we re mirovahî ne hewceye.’ Şahid diyar kir ku dem welatiyan bertek nîşan daye jî Oguz êrîşê welatiyan jî kiriye û dijûn û derb kirine. Her wiha li gorî vegotinên şahidê Oguz gotiye ‘Hu li ku gilî dikin bikin. dixwaze biçin serokomarê xwe. Heta wir rêya we heye.’   Berê jî êrîşê çar jinan kiriye   Piştre 4 kes diçin odeya midûrê nexweşxanê û gilî dikin. Şahidê got: “Dema em çûn hundir me hîn kir ku ev ne êrîşa yekem a Oguze.  Berê jî jineke bi hinceta ‘lingê xwe avêtine ser hev’ derb kiriye.  Midûr li şûna der barê wî de lêpirsînê bidest pêkirin û hewl da bûyerê veşêre.  Oguz B. got ‘ hun niha min gilî dikin.’ Piştî me gilî kir dîha tehdîd li me kir.”