ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2017'AN 2017-10-03 09:00:26   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldanê  der barê hilbijartinên referandumê ya serbixwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye de nirxandin kirin.  Besîmeyê diyar kir ku ya girîng eve ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û wiha got: “Ger gelê Kurd qedera xwe tayîn bike, divê ev li ser yekitiya neteweyî pêk bê.”   * Li herêma Rojhilatê Behrareş, di 6 mehên ewil ên sala 2017'an de hejmara avahiyên ruhsata wan hatiye dayîn ji sedî 26 zêde bûn û di serî de li Trabzonê, bajarên Rojhilatê Behrareş  veguheriye qada şantiyeya înşatê. DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Îlkay Yenîgun derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got: "Ger tecrîda li Îmraliyê rabe wê li Tirkiyeyê jî rabe. Em ê jin dîsa li kolanan bin û xwedî li nirxên xwe derkevin û ji tecrîd û qirkirina jinê re bêjin na." DÎMEN HEYE   *Hevseroka berê ya PYD'ê Asiya Abdullah di şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kir û wiha  got:" Nêrîna hevbeş ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e ji bo misogerkirina mafê gelê kurd di Sûriyeyê  de em xebatê xwe xurt bikin ji ber  bingeha yekîtiya neteweyî sekin û îradeya gelê kurd e." DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun ku ev salek e girtî ye, îdianameya derbarê wê de hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku  der barê 16 kesên di dosyayê de ne têkilî derneketine holê, radestî dozgeriyê hat kirin.   * Rêvebiriya Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’a Boluyê zor û zextan li girtiyan dike. Malbatan got ku bila hikûmet dev ji van zor û zextan berde.