Li kantona Efrînê semîner li ser nexweşiya Laşmaniya hat dayîn 2017-10-02 17:59:04 EFRIN- Meclisa Tendirustiyê ya herêma Efrînê semînerek ji bo nexweşiya Laşmaniya û çareserkirina wê li dar xist.   Meclisa Tendirustiyê ya kantona Efrînê ji bo ku xwendekarên dibistana Ş.Ezîme li ser nexweşiya Laşmaniya hişyar bike bi tevlibûna  bi dehan xebatkarên tendirustiyê li hola Ş.Rokan semînerek orgenîze kir.   Semîner ji aliyê Endama Sendîkaya Dermansazan a Meclisa Tendirustiyê Medya Şêx Henan hat dayîn. Medya bi awayekî berfereh nexweşiya laşmaniya şîrov kir û paşê jî derbarê dermankrina wê de agahî dan.   Medya derbarê nexweşiyê de wiha got :”naxweşiya laşmaniya bi derman û derziyan çareser dibe ji ber wê jî divê nexweş her bê dermankirin û bê derman nemîne.”   Medya  bal kişand ser xeteriya nexweşiya laşmaniya bi taybet li ser zarokan û wiha axivî:”Eger zarok ji nexweşiya laşmanya neyê dermankirin wê bibe sedema mirina wê.” .