Meclisa Dayikên Aştiyê bang li hikumetê kir 2017-10-02 16:35:56   MÊRDÎN/WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya li dijî gelê kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û bang li hikûmetê kir ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde.    Meclisa Dayikên Aştiyê der barê tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, pevajoya dawî û  tundiya li ser gelê kurd de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya navçeya Qoserê ya HDP'ê hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de gelek dayikên aştiyê amade bûn. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Xewlet Oncu axivî û got dayikên aştiyê Mevlude Baştaş 65 salî ye û nexweşe divê derhal bê berdan. Xewlet diyar kir ku zordestiya di vê pêvajoya dawîn de li ser kesên aşatîxwaz zêde bûye nayê qebûl kirin û wîha berdewam kir: "Tecrît û zordestiya li ser gitiyan her ku diçe zêde dibe. Divê ku ev zordestiya li dijî Serokatî û girtiyan tê meşandin bi dawî bibe.  Dewlet ji zordestiya dike nikare sûdê bigre. Em dayik vê zordestiyê qebûl nakin û napejirînin. Em dijî potên yek reng û îşkence yê ne. Dazwaza me ya sereke yekîtiya kurd e. Li welat şer û alozî zêde bûye. Daxwaza me ew e ku tecrît bi dawî bibe.     Wan   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê jî der barê heman mijarê de li avahiya DBP'a Wanê jî civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û bi bîr xist ku 7 sal in parêzer nikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Zekiye diyar kir ku astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re zerarê dide gelên Tirkiyeyê û ev tişt got: "Bila tecrît were rakirin û muzakere werin destpêkirin. Dayika Aştiyê ya 65 salî Mevlude Başdaş a ku ji sedî 78 rapora wê ya nexweşiyê heye, hate girtin. Divê ku Mevlude demildest bê berdan."    Piştî Zekiye Kaya Kewê Işik axivî û  wiha destnîşan kir: "Em naxwazin şer hebe, em dixwazin bila aştî hebe. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin."