Şêwira Kongreya Neteweyî di roja duyem de berdewam kir 2017-10-02 13:50:38   GIRKÊLEGÊ-  Şêwira Kongireya Neteweyî  ya Kurdistanê  bi nîqaş û nerînan di roja xwe ya duyem de dewam dike.    Doh di 1'ê Cotmehê de li Bajarokê Rimêlanê yê Herêma Cizîrê  li Sendîqeya Kedkaran Şêwira Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê bi tevlîbûna 170'ê nûnerên Partiyên Siyasî yên Kurdistanî , Rêxistinên Sîvîl û Kesayatên Serbixwe ji tevahî Herêma Bakurê Sûriyeyê, pêk hat. Di roja yekemîn de piştî vekirina şêwirê bal hat kişadin ser xalên ku yekîtiya kurdan asteng dikin. Her wiha nîqaşên ji bo Kongireya Neteweyî ya ew ê li Kurdistanê bê li darxistin heta êvarî berdewam kirin. Rola jinên kurd ji bo yekîtiya kurdan û lidarxistina Kongireya Neteweyî pir girîng e. Îro kongire di roja xwe ya duyem de bi nîqaşan berdewam dike.    Nûnerên partiyên siyasî ku herî zêde nêrînên wan derketin holê dan zanîn ku divê tevahî partî ji berjewendiyên xwe dûr bikevin û ji bo serxwebûna gelê kurd biparêzin, helwestên xwe bikin yek û Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin.  Gelek partiyan tiştek ji kurdan re nekirin, divê ew bi awayekî lezgîn ji nava hêzên dijber xwe bikşînin û  ji bo serxwebûna gelê xwe bixebitin. Li ser axa çar perçeyan wê şoreşek were çêkirin. Heger armanc çareserî be, dê  bi navê jinên şoreşger bê çêkirin û wê  xebat were xurtkirin.     Şêwir ew ê  îro heta êvarî bi nîqaşan berdewam bike.