Yekemîn Konfransa Heyva Sor A Kurd Dest Pê Kir 2017-10-02 13:20:56   KOBANÊ- Heyva Sor a Kurd a Herêma Firatê yekemîn konfransa xwe bi armanca alîkariya Tendrustî  dest pê kir.   Heyva Sor a Kurd a Herêma Firatê yekemîn konfransa xwe bi tevlîbûna 250 delegeyan pêk anî. Ji Kantona kobanê, Kantona Girê Spî, Bajarê Sirînê û mêvanên ji Komiteya tenduristî ya Herêma Cizîrê  û Minbicê beşdarî konferansê bûn. Her wiha Saziyên Sivîl ên herêma Firatê, TEV-DEM, Kongira Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî cihê xwe di konferansê de girtin. Konferans li salona Encûmena Zagonsaz pêk hat. Salon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan Heyva Sor a Kurd û bi sembola heyva sor hatibû xemilandin. Her wiha  panqartên `` Civaka ku tenduristiya xwe bi îmkanên xwe yên cewherî nikaribe biparêze, hebûn û azadiya wê civakê yan di bin gefan de ye, yan jî bi tevahî winda bûye." "Civakek pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di warê fîzîkî û ruhî de çareser kiribe, ev tê wateya ku derfeta azadiyê di destê wan de ye`` hatibûn daliqandin. Her wekî din gotinên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan yên li ser tendurustîyê hatibûn daliqandin.   Konferansê bi  rêzgirtinê dest pê kir, paşê belgeya ji bo rewşa tendrustiyê ya di dema niha de  hat xwendin. Her wiha li ser navê Tevgera Kongira Star Felek Yûsif axivî. Felek destnîşan kir ku helwesta Heyva Sor di şerê Şoreşa Rojava/Bakurê Sûriyeyê de girîng e. Ax û welatê xwe di cih de nehiştin û li rex şervanên azadiyê karê xwe yê tenduristiyê dan meşandin.    Di heman demê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşa Efendî xêrhatina hemû delegeyan kir  û diyar kir ku  bejna xwe li hemberî berxwedêrên heyva sor ku jiyana xwe ji dest dan  ditewînin.  Eyşe di berdewama axaftina xwe de wiha got: " Ez vê konferansa  yekemîn pir girîng dibinim Heyva Sor a Kurd di nava 5 salan de nexweşxane ava kir, doktor û endamên xwe yên tendurstiyê zêde kirin."    Her wiha ji aliyê gelek kesên di komîteya tendrustiyê ya Rojava û Rêveberiya xweser de ne jî axaftin  hat kirin.    Piştî axaftinan konfrans bi xwendina rapora  2 Salan wê dewam bike.