Li cenazeyan îşkenceya ceryanê tê kirin! 2017-10-02 09:02:59   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Malbata gerîlayê bi navê Memet Elçîk (Koçer Cûdî) ku çû ji Morga Tipa Edlî ya Meletyê cenazeyê lawê xwe bigire diyar kir ku ji ber ceryana didin morgê ji aliyê peywirdarên morgê ve bi zanebûn tê qutkirin cenaze xira bûne. malbatê banga hestiyariyê li gelê kurd kir û xwest ku li cenazeyan xwedî bê derketin.    Malbata Gerîlayê HPG'ê Mehmet Elçîk (Koçer Cûdî)  ku di 2'yê îlonê de li bejahiya gundê Dêrikê yê girêdayî navenda Mûşê  jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Morga Tipa Edlî ya ya Meletyê tê girtin bigirin çû Meletyê diyar kir ku gelek cenazeyên gerîlayan ên li morgê ji ber qutkirina ceryanê tên îşkencekirin.   Meta Mehmet Elçîk Feyruz Elçîk diyar kir ku wê tişta bi çavê xwe diye heta dawiya jiyana xwe ji bîr nake, got ku peywirdarên morgê ji wan re gotine "Qey emê ceryanê bidin berateyan?" û anî ziman ku ev pêkanînek dijmirovî ye. Feyrûz di berdewamiya axaftina xwe de got ku berî bigihîjin morgê bîhna bîhna cenazeyan hatiye pozê wan û wiha berdewam kir: "Di serî de me nizanibû ku ev bîhna çi ye lê piştî ku em çûn morgê em têgihîştîn ku bîhn ji cenazeyan tê."   'Tişta ku min dît ez ê qet ji bîr nekim'   Feyruzê got ku tişta wan dîtiye ti wicdan nikare rake û anî ziman ku dema wan cenaze teşhîs kiriye gelek zahmetî kişandine. Feryruzê di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: " Tenê ji cenazeyekî re ceryan hatibû dayîn û ew jî  ne yê gerîla bû. Bi mehan e ku ev cenaze di vê germê de  bê ceryan hatine rawestandin. Tişta ku min dît ez ê qet ji bîr nekim. Ji bîhna nexweş em nikaribûn li hundirê morgê bisekiniya."   'Em cenaze girt lê yên mayî wê çi bikin?'   Feyruz herî dawî banga hestiyariyê li gelê kurd kir û wiha got: "Bila xwedî li cenazeyê zarokên xwe derên û nehêlin ku îşkenceya dijmirovî li wan bikin. Gelê kurd ê bi rûmet me tenê morgek dît yên din çawa ne  em nizanin. Me cenazeyê lawê xwe girt lê yên mayî wê çi li wan bê?"   'Hangi dinde var böyle bir işkence biçimi?'   Xuşka Mehmet Elçîk Leyla Elçîk jî diyar kir ku wan li gel hemû zahmetiyan cenaze li Nisêbînê defin kirin, lê ji bo ku cenaze bişo mela nedîtine. Leyla ya ku zahmetiyên dema definkirinê kişandine anîn ziman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Nehiştin ku em bikevin goristanê. Tenê ji deh kesên ku nasnameyên wan desteser kirin re destûr hat dayîn.   Ev çawa mirvahî û çawa bawerî ye. Di kîjan olî de îşkenceyek bi vî rengî heye?   Leyla herî dawî ev bang kir: "Kesên ku îdia dikin misliman in wê çawa hesabê vê bidin xuda? Ez bang li hemû kesê hestiyar û xwedî wicdan dikm ku li cenazeyan xwedî derkevin û wan bi îşkenceyê re rûbirû nehêlin