ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2017'AN 2017-10-02 09:00:00 *Komîsyona  Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê, derbarê Girtîgehên li Herêma Hundir a Anatolyayê de raporek amade kir. Di rapora ku hat amadekirin de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dermankirina gelek jinên nexweş nayê kirin û jin li wê girtîgehê tên tecrîtkirin. Di raporê de hat aşkerakirin û li wê girtîgehê 18 jin ji penceşêra memikê bigire heta bi nexweşiya kezebê bi gelek nexweşiyên din re rûbirû ne û dermankirina wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin.   *Piştî li Artvînê Şuraya Dewletê biryara li Cerattepeyê "madenvanî dikare bê kirin" erê kir, Seroka Komeleya Yeşîl Artvînê Neşe Karhan diyar kir wê  li dîjî şîrketa dest bi xebatê kir berxwedana wan berdewam bike û anî ziman ku ji çeman di bedêla avê de dohnê makîneyan diherike. BI DÎMEN   *Malbata gerîlayê bi navê Memet Elçîk (Koçer Cûdî) ku çû ji Morga Tipa Edlî ya Meletyê cenazeyê lawê xwe bigire diyar kir ku ji ber ceryana didin morgê ji aliyê peywirdarên morgê ve bi zanebûn tê qutkirin cenaze xira bûne. malbatê banga hestiyariyê li gelê kurd kir û xwest ku li cenazeyan xwedî bê derketin. BI DÎMEN   *Du xuşkên ku li atoleyên tekstîlê ji temenê zaroktî de dixebitin Berîn û Şukran Çelîk diyar kirin ku ew li gel saetên dirêj, bê ewlehî û li gel karê giran ku bûye sedema têkçûna tenduristiya wan mecbûrin ku bixebitin. BI DÎMEN   *Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê çiqasî pêş dikeve efqasî hêviya jinên dîlên destên DAIŞ’ê jî mezin dibe. Ji destpêka pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê û heta niha gelk jin û zarok ji destên Çetayan hatin rizgarkirin û hêvîviyên wan mezintir bûn.