Xizmên windayan aqûbetê Kerevan Îrmez pirsîn 2017-09-30 15:17:06   AMED- Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan vê hefteyê jî çîroka Kerevan Îrmez a ku di 19’ê Cotmehê de li navçe Sîlopî ya Şirnexê hatiye binçavkirin û windakirin pirsîn.   Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 451’an de li dirûşmeya li avahiya şaxa ÎHD’ê yê Amedê kom bûn. Xizmên windayan wekî her hefteyê wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin”, afîşên wek “Em edaletê dixwazin, Dewlet arşîvan veke, windayan peyda bike, kujeran darizîne” vekirin. Xizmên windayan vê hefteyê jî çîroka Kerevan Îrmez a ku di 19’ê Cotmehê de li navçe Sîlopî ya Şirnexê hatiye binçavkirin û windakirin pirsîn.   Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî anî ziman ku kesên ku vê dewletê bi kur ve rêve dibe bûyeran û rastiyan vedişêre û wiha got: “Lê belê em bi malbatan ve bi xizmên windayan her tim rastiyan bi bîr bînin û mafê xwe bigerin. Ji bo kujer derbikevin holê, mafê kesan bên lêkolîn kirin divê lêborîn ji me û gelê me bê xwestin û hetanê ku lêborîn bên xwestin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   ‘Çima ji Ceylan nerehet bûn?’   Racî berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser kuştina Ceylan Onkol û got ku Ceylan dixwaze kujerên wê bê dîtin û bê darizandin, lê bele heya îro jî hîn kujerên Ceylan nehatiye dîtin. Kesên ku Ceylan nasdike û bihîstiye dengê wîcdana xwe gûhdarî bike ji bo ku edalet cihê xwe bibine û wiha axivî: “Pêkanîna qeyûma Lîcê di serî de navê Ceylan ji parqê rakir. Mirov nizane ku qeyûm çima ji Ceylan nerehet bû? Niha navê parqê daniye Firat Simpîl û ew nav nikare êşan bide bîrkirin. Her wiha ew dixwazin Ceylan ji mêjiyên me bidin bîrkirin. Gelek parqên ku navên wan tên guherandin nayê qebûl kirin.”   Piştre Endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan jî çîroka Kerevan Îrmez a ku li navçe Sîlopî ya Şirnexê hatiye binçavkirin û piştre jî tû agahî nehatiye girtin vegot û daxuyanî xwend: “Kerevan Îrmez di sala 1960’an de li Şirnexê hatiye dinyayê û 8 zarokên wî hene. Bi malbata xwe li Silopiyê dijiya. Ji bo debara xwe bike karê nakliye û tîcaretê dikir. Li gor gotinên malbatê, Kerevan Îrmez di serê meha cotmehê de tahliye bûye û piştî çend rojan tîmên taybet û polîsên sivîl di ser mala wan de girtine. Di serdegirtinê de Kerevan Îrmez a ku 35 saliye li ber çavên malbata wî hatiye birin. Li gor  şahidan, Kerevan Îrmez birine qereqola cendirmeyan a gûndê Bêspîn ya girêdayê Silopiyê. Malbata Kerevan piştî bûyerê serî li Mudiriyeta Emniyeta navçe Sîlopiyê dane lê belê li wir jî gotine ku kesekî nexistine binçavan. Piştî bûyerê li Bogaza Kasrîkê cenazekî dîtine û malabata Kerevan fikirîne ku cenaze ya Kerevan be lê belê cenaze ya Kerevan Îrmez derneketiye. Ji wê rojê vir de tû agahî ji Kerevan Îrmez nehatiye girtin.”   Piştî daxuyanî ji bo windayan 5 deqeyan runiştin.