'Tenê sûcê bavê min ew bû ku kurd bû' 2017-09-30 14:53:54   STENBOL - Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya vê hefteyê de aqûbeta Mahmut Dogan ê di sala 1993’an de li navçeya Rêzana Amedê hat windakirin, pirsîn. Keça Mahmut Dogan Melek Dogan diyar kir ku: "Tenê sûcê bavê min ew bû ku kurd bû. Em tenê tiştekê dixwazin, ên ku ev êş bi me dan kişandin, bên darizandin. Bila kesek mîna me derdê bav nebîne û mirin tenê bi ecelê xwe were.”   Dayîkên Şemiyê bi daxwaza winda bên dîtin û bersûc bên darizandin di hefteya 653’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Bersûc diyarin, winda li ku ne” hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Ligel barana dibariya jî, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de bersûcên Mahmut Dogan ê di sala 1993’yan de ji mala xwe ya li nevçeya Rezana Amedê derket û hat binçavkirin û di sala 1994’an cenazeyê wî hat dîtin, hat pirsîn.   'Têkoşîna me ya edaletê bidome'   Di çalakiyê de kurê Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’yan di bin çavan de hat windakirin Şerîf Taşkaya axivî. Şerîf Taşkaya diyar kir ku ji bo aqûbeta windayan bi salane li Qada Şemiyê kom dibin û wiha got: “Me daxwaza bersûcên windayên bên dîtin kir, lê heya niha tu pêngav nehatiye avêtin. Ev dewlet xwedî pêşerojek bixwîn e.  Li ser xwîna mirovan ev pergal hatiye avakirin û ev pergal wiha naçe. Divê bê guhertin. Heya yek mirov jî li vê qadê bimîn in, dê têkoşîna me ya edaletê bidome.”   'Tenê sûcê bavê min ew bû ku kurd bû'   Piştî Şerîf Taşkaya, nameya keça Mahmut Dogan Melek Dogan a ji çalakiyê re şandî hat xwendin. Melek di nameya xwe de wiha got: “Em 4 xwişk û birabûn. Rojeke yekşemê, bavê min ê ajokarê taksiye, ji bo bixebite ji malê derket û careke din venegeriya malê. Dayika me Zumrute Dogan gundek nema neçûyê, deriyek nema lê nexistibe, lê tu agahî ji bavê min negirt. Her ku dayika min vedigeriya û li derî dixist, bi keyfxweşiya bavê me dîtiye, me derî jêre vedikir. Rojekê li telefonê xist û bi dayika  xwe re em çûn nexweşxanê. Çavên me dijî rondik û em bêdeng bûn. Her tişt ji bo min mîna lîstikekê tê. Li koçe û dibistanê gava yekê bigota bavo, min tim aliyekê xwe kêm didît. Tenê sûcê bavê min ew bû ku kurd bû. Em tenê tiştekê dixwazin, ên ku ev êş bi me dan kişandin, bên darizandin. Bila kesek mîna me derdê bav nebîne û mirin tenê bi ecelê xwe were.”      ‘Li vir navek wisa tune ye'    Piştî xwendina nameye li ser navê Dayikên Şemiyê Yeter Îşler daxuyanî xwend. Îşler diyar kir ku di 27’ê mijdara 1993’an de Mahmut Dogan ê ku bi wesayîta xwe ji malê derket û venegeriya malê malbatê xistiye nav fikaran û got: “Malbata ewil serî li Karakola Baglarê da û pişt re jî serî li Midûriyeta Polîsan da. Peywîrdarên emniyetê ji malbatê re gotiye ku ji ber çek di wesayîta Mahmut Dogan de hatiye girtin hatiye binçavkirin. Heke ku malbat dixwaze dikare jê re xwarinê bibe. Piştî demek kurt malbatê xwarinê bir emniyetê û vê carê ji malbatê re gotiye ‘Kesek ji wî navî li vir tune ye.’ Hevjîna Mahmut Dogan, Zumrete Dogan îtîraz dike lê rastî heqaret û çêrên polîsan tê. Malbat carek din çû Karakola Baglarê. Komîserê wê demê yê karakolê Coşar Coşkun li miduriyetê digere û agahî dixwaze. Yên emniyetê dibêjin ku nav şibiyane hev. Piştî 3 rojan emniyet li malbatê digere û ji wan re dibîjin wesayît li Karakola Ovabag a Çinarê ye. Her çiqas wesayît bê dîtin jî li gel hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî der barê aqûbeta Mahmut Dogan de encamek bi dest naxin. Zumrete Dogan li gorî derfetê xwe lêgerîna hevjînê xwe dewam dike.”   ‘Kujerên Mahmut Dogan hîzbûllah e’   Yeter Îşler destnîşan kir ku di 28’ê çileya 1994’an de cenazeyê Mahmut Dogan li gel cenazeye Abdulselam Kizmaz li şikeftên Reçelîk ê gundê Bellîtaş ê Qerecdagê tê dîtin û pişt re cenaze tînin Çinarê otopsiye dikin her çiqas malbat giliyê sûc dike jî lê pêvajoya hiqûqî nayê şixulandin. Yeter da zanîn ku her çiqas di 2000’an de hîzbûllah îtîraf dike ku Mahmut Dogan û Abdulselam Kizmaz ji aliyê koma wan ve hatiye qetilkirin jî lê dosyeya bersûcên bûyerê ji holê hat windakirin. Yeter got ku piştî demekê her çiqas kiryaran ceza girtin jî lê hatin tahliyekirin.    ‘Kujer bêcezakirinê hatin parastin'    Yeter diyar kir ku ji roja Mahmut Dogan hatiye windakirin heta niha dosyeya lêpirsînê bi bandor ne hatiye meşandin û got “Yên Mahmut Dogan winda kirin bi bêcezabûnê wan parastin. 24 sal e dewlet ji bo kujeran derbixe û ceza bide wan peywîra xwe nayîne cih. Dê têkoşîna me ya li dijî bûyerên bi vî rengî û hemû kiryarên ne diyar bidome.”    Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.