ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-09-30 09:01:59   *Li navçeya Melazgirtê bi keda destê jinan di demsala zivistanê de gel bi rişdeyê zivistanê pêşwazî dike. Jinan diyar kirin ku ew her sal zivistanê mîna cejnê pêşwazî dikin û gotin ku amadekariyên zivistanê alternatîfên li hemberî sermaye ne. BI DÎMEN   *Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin roj bi roj girantir dibe. Jinên Amedî jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku ew tenê Abdullah Ocalan ji bo xwe serok dibînin. Ji ber ku pêdiviya gelê kurd bi nexşeya wî heye. BI DÎMEN   *STENBOL - Zîncîra Hîpermarketên Real ku di sala 2014’an de dewrê Koma Marketên Begendîk hatin kirin şûnde jin mafên wan hatin xespkirin û tezmînata xwe negirtin. Jinan diyar ki ku wê heta dawiyê li mafên xwe bigerin. BI DÎMEN   *Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîzê balkişand ser helwesta Îran û Tirkiyeyê ya li dijî hilbijartinên referanduma ji bo serbixwebûna Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û wiha got: “Tirkiye her ku dikeve tengasiyê ya êrîşê Sûriyeyê ya jî êrîşê Başûr dike. Her kes dizane ku beyî kurdan Rojhilata Navîn bi teşe nabe. Biryara tezkereyê ya Tirkiyeyê girtiye, hewldana li dijî tinekirina hemû qezencên Kurdane.” BI DÎMEN   *Gurbet Bîlen ya yekane esnafa jina ya bajarê antîk yê dîrokî yê Darayê ye, bi patîleyên ku çêdike turîstan bi tehmên cuda dide nasîn. Gurbet ji ber aboriya xwe ava dike jî gelek kêfxweşe û wiha got: “Jin bi têkoşînê dikare keda xwe bide xuyakirin.” BI DÎMEN   *Zozanên Kadiralakê ya bi kulîlka xwe ya ‘stêrka şîn’ navdare, taybetiya wê ya qada SÎT ya Xwezayî ya di Asta Sêyemîn de hat rakirin û xistin çarçoveya Qada Bikaranîn û Parastina Dikare Bidome. Piştî ji gel bertek hatin zozan wek Parka Tabîatê îlan kirin. Endama TOHAV’ê Mavîş Aydinê diyar kir ku guherîna vî navê ji bo guherîna herêmê ne astenge û niha herêm ji rantê re hatiye vekirin.   *Bi hezaran jinên Dêra Zorê ji zilma DAÎŞ'ê tên rizgarkirin,  jinên ku digihêjin herêma ewle ji QSD'ê re wiha dibêjin "em ji nû ve ji dayik bûn". BI DÎMEN