Dayikên Aştiyê derbarê rojevê de civîn li dar xistin 2017-09-29 18:08:54   AMED- Ji aliyê Dayikên Aşitiyê ve derheqê rojevê de civîna çapemeniye hat lidarixistin û di civînê de nirxandinên girîng hatin kirin.    Dayikên aştiyê derbarê tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkirin û îşkenceya ku di zindanan de dest pê kiriye, derbarê Kongreya Kurd a Neteweyî de, derbarê binçavkirina  Dayîka aşitiyê Makbule Balkaşa ku 3 roje hatiye binçav kirin de civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bo tevli cîvînê bibin  ji Sêrt, Mêrdîn, Nûsebîn, Qoser, Êlih, Amed û ji Wanê jî dayîkên aşitiyê hatibûn. Di serî de Berdevka Dayîkên Aşitiyê ya Êlihê Şûkran Sîncar axivî.    Dayîka Aşitiyê Şûkran got ku ev du sale tû agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê giritin û bi girankirina tecrîdê re komkujî û kuştin jî zêde bûne. Şukran anî ziman ku di demên berê de jî bi Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk dihat lê belê ev qas xwîn nedirijêya, ne leşker û ne jî gêrîla ev qas nedihatin kuştin. Şukran bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li ser Gelê kurd jî û wiha got : “Bila êdî bes xwîn bê rijandin û komkujî bên kirin. Hetanî ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk neyê tû kes nikare vê xwînê bide sekinandin."   Piştre Berdevka Dayîkên Aşitiyê ya Sêrtê Hediye Sûçîn axivî û wê jî bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê meşandin û tecrît şermezar kir. Hediye di berdewama axaftina xwe de got ku  dayîkên aşitiyêne ji bo kurdan, ereban, tirkan û hemû gelên aştîxwwaz tê dikoşin û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Erdogan li dijî kurdan, ereban  şer daye dest pê kirin û hemûyan dikûje. Ev nayê qebûl kirin. Erdogan çima li hemberî  tirkan şerekî wiha nade dest pê kirin?  Banga min ji hemû kesan re ye rabin ser piyan û vê şerî bidin sekinandin. Em ê hetanê çi wextê wiha bin? Bila êdî dawî li vê rewşê were. Êdî hêsrên çavên me neman. Em êdî vê zilmê qebûl nakin.”   Dayîka Aşitiyê ya Nisebînê Pêrîxan Artog jî got ku ev bi salane li ser Rêber Apo terîd tê meşandin, bila ev tecrîta girankirî demildest bê rakirin. Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina Dayika Aştiyê Mevlude Blakaş jî û ev tişt got:" Dayîka Aşitiyê Mevlûde Balkaş a ku li Entalyayê bûye dema çûye nexweşxaneyê ji aliye polîsan ve hatiye girtin û ev 3 roj in ku di binê çavan de ye. Dayîka Mevlûde nexweşa dil, şekir û tansiyonê ye. Lê tevî wan nexweşiyên xwe jî di binê çavan de tê girtin. Sedema binçavkirina wê jî daxwaza wê ya azadiyê ye. BIla dayika Mewlûde demildest bê berdan."   'Kongreya Neteweyî ya Kurd girîng e'   Di berdewama civînê de berdevka Dayîkên Aşitiyê ya Mêrdînê Halîme İşik axivî û wê jî got di demek nêz de divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were  û çareseriyek ji vî şerî re bê dîtin. Halîmeyê bal kişand ser Kongereya Neteweyî ya Kurd jî û ev tişt got: “Ev kongreya navneteweyî gelek girîng e. Ji ber vê jî divê hemû kes bibe yek. Ji ber ku ev kongreya navneteweyî ji bo kurdan gelek girîng e.”