Ji 5 jinên girtî ku hatin sirgûnkirin agahî nayê girtin 2017-09-29 15:41:07   ISPARTA - 5 jinên ku li girtîhea Ispartayê ya Tîpa E girtî bûn hatin sirgûnkirin. Nayê zanîn ku jinên hatin sirgûnkirin şandine kîjan girtîgehê û malbatan jî got ku ew ji rewşa zarokên xwe bi gûman in.   Jinên ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T girtî bûn berî bi 2 mehan li dijî derkirin û îstîsmara zayend porê xwe kur kiribûn û dest bi berxwedanê kiribûn. Piştî çalakiya ku hat lidarxisitn jinên girtî sirgûnê girtîgehên cuda cuda hatin kirin. Duh hat aşkerakirin ku 5 jinên sirgûnî  Gitîgeha Tîpa E ya Ispartayê hatine kirin careke din hatine sirgûnkirin û derbarê ku girtî sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin de jî agahî ji malbatên wan re nehat dayîn.  Malbatên  girtiyan diyar kirin ku ew ji rewşa zarokên xwe bi gûman in û daxwaz kirin ku demildet derabarê rewşa zarokên wan de ji wan re agahî bê dayîn   Navê jinên ku ji Girtîgeha TÎPA E ya Ispartayê hatin sirgûnkirin wiha ne:  Hevseroka Meyadera Wanê Nerîman Urar, Melek Yalçin, Golu Kara, Yildiz Şadam û Samîme Avşîn a ku bi birîdarî hatibû girtin û hatibû îşkencekirin e.