Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2017-09-29 12:22:03   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên PKK'ê yên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin Serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û  xwişka wî Fatma Ocalan ji bo biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Grava Îmraliyê û bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata girtiyên PKK'ê Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.