#Di 1'ê Cotmehê de jin li kolanan e 2017-09-29 11:39:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê jin li dijî pêşniyariya qanûnê ya ku ji muftiyan re hat dayîn seat di 17.45'an de bi etîketa "#Di 1'ê Cotmehê de jin li kolanan e" çalakiya medyaya civakî pêk bînin.   Jin wê li dijî pêşniyariya qanûnê ya ku ji muftiyan re  destûra zewacê dide di 1 û 2'yê Cotmehê de li gelek qadan çalakiyê pêk bînin.  Jin wê beriya çalakiya ku li  kolanan li dar bixin li ser medya civakî jî wê bi etîketa "#Di 1'ê Cotmehê de jin li kolanan e" çalakiyê li dar bixin.