Hevserokên nû yên PYD'ê hatin hilbijartin 2017-09-29 10:56:35   NAVENDA NÛÇEYAN -Ji bo hevserokatiya PYD'ê li şûna Salih Muslim û Asya Ebdullah Şahoz Hesen û Ayşe Hiso hatin hilbijartin.   Di Kongereya 7'emîn a Partiya Yekitiya Demokrtatîk (PYD) ku li Bajarê Rîmelanê hat lidarixistin de hevserokên partiyê yên nû hatin hilbijartin. Di encma kongreya 2 rojan berdewam kir de li şûna hevserokên partiyê Salih Muslim û Asya Ebdullah du navên nû hatin hilbijartin. Şahoz Hesen û Ayşe Hiso bûn hevserokên nû yên PYD'ê.   Wê kongreya ku bi dirûşma 'Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya Demokratîk ve'  hat lidarxistin piştî encamnameya wê bê aşkerekir bi dawî bibe.