'Qirkirina çandê qirkirina civakê ye' 2017-09-29 10:27:48   AMED- Qirkirina ku li dijî çanda kurd û Kurdistanê tên kirin her ku diçe zêde dibin. Çand û dîroka kurdan jî bi tunekirinê re rû bi rû dimîne. Nesrîn Şanli ya ku derbarê qirkirina çandê de nirxandin kir got ku divê bala gelê kurd li ser çand, ziman û dîrokê be û wan biparêzin. Ji bo ku kurd jî wekî hemû neteweyan karibinb hebûna xwe nîşan bidin.   Polîtîqayên qirqirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê  ku li dijî çanda kurdan daye destpêkirin her ku diçe zêde dibin.  Êrîşên ku li dijî çanda kurd ji aliyê dewlet û hikûmetên tirk ve hata roja îro hatine kirin çanda kurd ber bi tunebûnê ve birine.  Mînak xaniyên dîrokî yên Sûrê tên hilweşandin û li şûna wan avahiyên nû tên çêkirin. Dîsa Heskîf yek jî navçeyên Êlihê ye ku xwedî mîrasek dîrokî, dewlemend e. Lê belê îro ji aliyê hikûmeta tirk ve bi dînamîtan tê hilweşandin. Her wiha şewtandina daristanên Kurdistanê jî dikeve nava dîrok û çanda kurdan. Lê gava em îro lê dinêrin daristan hemû tên şewitandin û ev jî tunekirina çand û dîroka kurdan e. Xebatkara zimanê kurdî Nesrîn Şanli li ser qirkirina çand û dîroka kurdan axivî.   'Hewildanên pêwîst divê bên kirin'   Nesrîn got ku dema mirov lê dinêre dagirker dema ku bixwaze gelekî ji holê rakin di serî de êrîşî zimanê wî gelî dikin. Dewleta dagirker a tirk di serî de êrîşî ziman kir lê ji ber ku ji wî aliyê ve bi ser neket berê xwe da qadên cuda yên çand û dîroka kurd û Kurdistanê. Nesrînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di serî de zimanê kurdî hat qedexekirin û bi gava duyemîn re jî êrîşî çand û dîroka kurdan hat kirin. Êrîşên ku bi salan li ser Çand û zimanê kurdî hatin kirin di salên notî de zêdetir bûn. Ev êrîşên ku hatin kirin hata roja îro jî berdewam dikin. Lewra jî îro dixwazin dîroka kurdan tune bikin. Niha jî bi êrîşên li ser bajr û navçeyên Kurdistanê dixwazin ku dîroka kurdan tune bikin."   'Rêbazên cuda tên bikaranîn'   Nesrîn berdewama axaftina xwe de got ku hilweşandina xaniyên Sûrê, xirakirina Heskîfê û şewitandina daristanan hewldanên tunekirina dîroka kurd in û ev tişt got: "Dagirker dema dibîne ku gelek bi kuştinê naqede vê carê berê xwe dide çand û dîroka wî, çanda wî û zimanê wî. Ji bo tunekirin gelekî rêbazên cuda cuda hene.  Gelek bi tenê di warê fizîkî de nayê tune kirin. Ji ber wê jî dagirker rêbazên cuda bi kar tînin û êrîşî çanda wî gelî dikin. Bi van rêbazên cuda ku pêk tînin hem di warê fizîkî û hem jî di warê çandî de qirkirinê pêk tînin û bi vî awayî hewl didin ku wî gelî ji holê rakirin. Bi van rêbazên ku dagirker pêk tînin, pêşiya jiyana wekhev û demokrat tê girtin."   'Di vê neçar bibînin ku paşve gav bavêjin'   Nesrîn anî ziman ku heta salnên nodî bi piranî li ser ziman qedexe hebû,  lê vê carê hem li ser ziman û hem jî li ser çand û dîroka kurdan bi awayekî berfireh êrîş hatine destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha li gorî salên nodî qat bi qat  li ser çand, ziman û dîrok kurdan êrîş zêyde bûye. Dema ku mirov niha û salên nodî dide berhev.  Hem ji hêla navnetewî û hem jî di hêla xwecihî de divê xebat bên kirin. Ji bo xebatan jî ew derfet heye. Li hember tunekirina kurdan  zext û zordariya li ser çand û dîrokan derfet heye . Ji ber vê jî divê em wan derfetan baş bi kar bînin. Lewra jî divê em li ser  mijarên wek mafê xwezayê, mafê civakê lêkolîn bikin.  Gava ku me van da berçavan em ê bikaribin di raya giştî de bidin berçavan û wê dagirker jî neçar bibînin ku paşve gav bavêjin."   'Gelê kurd bi tunebûnê re rûbirû tê hiştin'   Nesrîn di dawiya  axafitina xwe de got ger ku çand û dîroka kurdan tunebibe ew xetereya herî mezin e û diyar kir ku lê dinêrin li ser axa Tirkiyeyê gelek netew hene,  lê hemûyan jî ji ber ku çanda xwe û zimanê xwe neparasitine wek tirk tên hesibandin. Nesrînê  di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Xetereya ku neteweyên din pê re rûbirû man ji bo gelê kurd jî heye. Ji ber vê jî divê ku gelê kurd li çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin."