Platforma Piştevaniya bi Sûrê re piştevaniyê xurt dike 2017-09-29 09:11:17   STENBOL- Platforma Piştevaniya bi Sûrê re bi armanca balê bikişîne ser hilweşînê û piştevaniya bi gel re di navbera 29’ê îlonê û 1’ê Cotmehê de wê li Sûrê be. Armanca platformê ev e ku bi gelê Sûrê re bê cem hev.   Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ya bi armanca  dengê Sûrê bide bihistin û balê bikişîne ser hilweşîna li Sûrê gelek çalakî û bername pêk anîn û niha jî ji Stenbolê tên Sûrê.  Dîlek Başalan diyar kir ku heyeteke ji 15 kesî pêk tê di navbera 29’ê îlonê-1’ê cotmehê de wê li Sûrê bin û der barê serdanên piştevaniyê de agahî da.   ‘Ji bo xurtkirina piştevaniyê’   Dîlekê diyar kir ku bi armanca piştevaniya gel wê biçin Sûrê û wiha pê de çû: “Alîpaşa hema hema hemû hatiye hilweşandin. Roj bi roj wendahiyên li Sûrê zêde dibin. Ji ber vê ji bo di cih de lêkolîn bê kirin û rewşa dawî ya hilweşînê bê dîtin em ji bo xurtkirina piştevaniyê dikevin rê. Em li dijî tinekirina Sûrê bêdeng namînin. Emê malbatan ziyaret bikin û li gor derfetan wê forumekê pêk bînin.”   Wê xebat bên berdewam kirin   Platformê berê li Sûrê gelek çalakî û bername pêk anîn û yek ji van jî kampanyaya îmzeyan ya ‘Deng bide Sûrê’ bû.  Heyeta Stenbolê piştî vegere wê xebatên xwe berdewam bike.