Xwînda Welat 'bi rihekî azad û dilekî germ em jinan azad dikin' 2017-09-29 09:09:15   Sorgul Şêxo   DÊRAZORÊ- Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Xwînda Welat soza ku dabû welatê xwe û hemû jinan ,di pêngava Bagera Cizîrê de kêlî bi kêlî bi berxwedaneke bê hempa pêk tîne.    Bi hezaran keç û xortên gelê Kurd,Ereb,Suryan li ser axa Bakurê Sûriyeyê  bi armanca rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê û paqijkirina wê ji çeteyên DAÎŞ'ê di nava berxwedan û tekoşînê de ne.  Canê xwe feda dikin û dibêjin: "Ger ji canê me buhatir tiştekî din heba me dê ew jî  feda kiriba."Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji hemû jinên cîhanê re bû mînak. Jin hêz û îradeyê ji jinên şoreşger digirin, êdî bi sedan jinên bîyanî jî tevlî şoreşê dibin û li ser şopa rêhevalên xwe dimeşin. Heta ku gihiştin asta şehadetê, armanca wan  avakirina jiyanek azad û bi rûmet bû. Xwesteka azadiyê di her dilê jinekê de heye.   YPJ îro mînaka azadî û serfiraziyê ye, fikir û felsefeya  Rêber Abdullah Ocalan girtine.    Xwînda di berdewamiya axaftina xwe de wiha:"Em dixwazin hemû jinan azad bikin, bi taybet jî jinên Dêra Zorê.Berî ku Koban'ê jî azad bibe, jin di bin zordestiyêkê de bûn. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin êdî azad bûn û di warê hişmendiyê de pêş ketin. YPJ jî îro mînaka azadî û serfiraziyê ye, fikir û felsefeya  Rêber Abdullah Ocalan girt Şehit Arîn Mîrkan bihêzeke giranbiha li dijî DAÎŞê sekinî. Her ku hevalekî me şehîd diket me çeka wan radikir û soza şopandina rêya wan didan   Soza ku me dabû wan îro bi rihekî azad û bi dilekî germ em pêk tînin.     Xwînda bîranîna xwe û birayê xwe ku di şerê Kobanê de bi hev re mabûn bi me re parve kir û wiha got: " Hestekî pir cûda bû dema ku ez û birayê xwe li rex hev me şerê dijmin dikir. Li bajarê Reqqayê ji bo tolhildana jinên êzîdî û hemû jinan me şerê DAÎŞ'ê kir,li ser vê yekê jî bi hezaran jin jî hatin rizgarkirin. Soza ku me dabû wan îro em bi rihekî azad û bi dilekî germ pêk tînin. "