ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-09-29 09:00:37   *Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Xwînda Welat soza ku dabû welatê xwe û hemû jinan, di pêngava Bagera Cizîrê de kêlî bi kêlî bi berxwedaneke bê hempa pêk tîne. BI DÎMEN   *Li Tarlabaşi ji bo zarok, jin û ciwanan ku ji ber koçberî û xizaniyê bi gelek pirsgirêkan re rû  bi rû dimînin, 11 dildar xebatên xwe dimeşîne. Psîkologa Navenda Civakî ya Tarlabaşi (TTM) Ebru Ergunê wiha got: “Li Tarlabaşi jiyan didome û hîna wê bi salan bidome.” BI DÎMEN   *Platforma Piştevaniya bi Sûrê re bi armanca balê bikişîne ser hilweşînê û piştevaniya bi gel re di navbera 29’ê îlonê û 1’ê Cotmehê de wê li Sûrê be. Armanca platformê ev e ku bi gelê Sûrê re bê cem hev.   *Wênekêş Deeptî Asthana ku jiyana jinên masîvan ya Eyaleta Tamîl Nadu ya Başûrê Hîndîstanê kir belge, berê objektîfa xwe dide çîrokên cuda yên jinan.   *Goristana Gonika ku di dema berxwedana rêveberiyên xwe ya li Nisêbînê de hatin texrîbkirin ev du sale nayên çêkirin.  Polîsên her tim li goristanê nobetê digirin, dibêjin qedexeye û nahêlin gel biçe goristanê û hat îdiakirin ku kesên goran çêdikin jî tê derbkirin. BI DÎMEN   *Qirkirina ku li dijî çanda kurd û Kurdistanê tên kirin her ku diçe zêde dibin. Çand û dîroka kurdan jî bi tunekirinê re rû bi rû dimîne. Nesrîn Şanli ya ku derbarê qirkirina çandê de nirxandin kir got ku divê bala gelê kurd li ser çand, ziman û dîrokê be û wan biparêzin. Ji bo ku kurd jî wekî hemû neteweyan karibinb hebûna xwe nîşan bidin. BI DÎMEN