Di ser qetilkirina Ceylanê re 8 sal derbas bûn 2017-09-28 13:28:57   AMED - Piştî ku îktîdarê polîtîkayên şer kirin dewrê bi hişmendiya ku digot "Zarok jî be, jin jî be tişta pêwist bike" li tirkiyeyê bi sendan zarok hatin qetilkirin. Ji van zarokên ku hatin qetilkirin yek jê jî Ceylan Onkol a 12 salî bû.   Li Armutluyê Sevcan û li Licêyê Ceylan, li Qoserê Ugur, li Amedê Enes, li Cizîrê Nîhat û Mîray...Hinekên wan bi guleyan, hinek ji wan jî bi bombeyên gazê û hinekên wan jî bi gulebarana ji asîmanan ji ber polîtîkayên şer ên dewletê hatin qetilkirin. Li Tirkiyeya ku wekî welatê zarok lê tên qetilkirin tê binavkriin, Piştî qetilkirina Ceylanê ti tişt nehat guhertin û qetilkirina zarokan berdewam dike.    Li gundê Licêya Amedê zaroka 12 salî Ceylan Onkol a ku mîhên xwe diçêrandin di 28'ê Îlona 2009'an de bi guleya hawanê ya ku bi ser de hat xwarê jiyana xwe ji dest da. Li gel ku di ser qetilkirina Ceylan a ku dayika wê parçeyên bedena wê di dawa xwe de kom kirin 8 sal derbas bûn jî ne kujerên wê hatin girtin û ne jî hatin darizandin. Bedena Ceylanê ya ku bi guleya hawanê hat parçekirin ji aliyê gundiyên ku dengê teqînê bihîstin ve hat dîtin.   Cenazeyê Ceylanê 6 saetan li erdê hat hiştin Dozgerê Komarê yê Licê bi hinceta 'ewlehiya canê min tune ye' neçû cihê bûyerê.  Ji ber ku sewalên dihatin çêrandin zerar nedîtin û li cihê gule lê ket ti kurahî pêk nehat hat îdiakirin ku Ceylan hedrf hatiye girtin û bi wî awayî hatiye qetilkirin.   Biryara bêşopandinê edaleta ku ji bo Ceylan dihat xwestin asteng kir   Dozgeriya Komarê ya Licêyê di 4'ê Nîsana 2013'an de derbarê bersûcên ku bûn sedema kuştina Ceylanê de doza ku bi îdiaya "erka xwe xirab bi kar anîne" hat vekirin de biryara bêşopandinê da. Ew biryara bêşopandinê ku hat dayîn edaleta ku ji bo Ceylanê dihat xwestin asteng kir û piştî wê bi dehan zarok hatin qetilkriin.   Doz ket ber demboriyê   Piştî ku Ceylanê hat qetilkirin bi salekê parêzerên dozê dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa(DMME). Doza ku birin DMME'yê jî ti encm jê nehahat girtin. Dozgeriya ku derbarê bersûcan de biryara bêşopandinê da bi vê jî nehat ser îdia kir ku ji bo tespîta bersûcan delîl kêm in biryara "berdewamkirina lêgerînê" da.   DMME'ya ku malbata Ceylanê bi rêya parêzeran serî lê da jî diyar kir ku derbarê bûyerê de ti îhmala Tirkiyeyê tune ye. Piştî vê parêzerên dozê vê carê dosya birin Daîreya Mezin a DMME'yê û piştî ku daîreyê jî biryar erê kir hemû riyên hiqûqî yên ji bo şopandina dozê hatin girtin.