Dosya li Dozgeriyê ye lê Cenaze Hîn li Goristanên Bêkesan e! 2017-09-27 13:00:57   MÊRDÎN- Cenazeyên 28 kesên ku di serdema serîhildanên xwerêvebirinê de li Nisêbîn'ê jiyana xwe ji dest dan, piştî diyarbûna DNA'yê jî hîn teslîmî malbata nebûye. Bi hinceta 'dosya negihaşt' malbat tên mijûlkirin.      Di serdema  serîhildana li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de ku bi mehan berdewam kir, 83 kesan jiyana xwe ji dest dan. Du sal derbas bû lê hîn gelek cenaze li goristanên bê kesan de definkirîne. Ev du mehe ku DNA diyar bûne lê hîn cenaze teslîmî malbata nebûye. Malbat dê piştî du salan dilekçe bidin dozgeriyê.      Herî dawî dê cenaze bê girtin!   Dosyayên ku gerek li Nisêbîn'ê ban hat eşkerekirin ku li Dozgeriya Mêrdîn'ê ye. Malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin ew ê dîlekçeyê bidin. Rayedara diyar kirin ku piştî dîlekçeyê malbatê dê bikaribin cenazeyên xwe bigirin.