Esra Ozakça: Em ji jiyana Nuriye jî bi gumam in 2017-09-27 11:46:50   ENQERE - Esra Ozakça ya ku diyar kir ku ew ji rewşa tendirustiya Nuriye Gulmen a ku di roja 202'emîn a çalakiya wê ya grevabirçîbûnê de rakirin Nexweşxaneya Nimûneyê bi gûman in  ev tişt got: "Em ji rewşa tendirustiya Nuriye bi gûman in. Nuriye dikare bi mudaxeleyek lê bê kirin jiyana xwe ji dest bide. Ji ber ku li vî weatî ji kesên di gerva birçîbûnê de re av jî nehat dayîn û li bendê hat mayîn ku ji ser hişê xwe biçin."   Greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtên di roja 203'emîn de berdewam dike. Nuriye duh bi darê zorê ji Nexweşxaneya Kompusa Girîgeha  Sîncanê rakiribûn Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê. Esra Ozakça ya ku di grevabirçîbûnê de ye û bi Semîh Ozakça re hevdtîin kir, diyar kir ku bi mudaxeleyk li ku li Nuriyeyê bê kirin dikare jiyana xwe ji dest bide.   'Li vî welatî li bendê man ku ji ser hişê xwe biçe'   Esra Ozakça ya ku ew jî bi KHK'ê ji kar hat durxistin û niha di greva birçîbûnê de ye di nirxandina ku ji ajansa me JINNEWS'ê re kir de diyar kir ku nûriye bi darê zorê ji nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatiye revandin û rakirine Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqereyê û di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: " Dema ku fersendê bi dest dixin dixwazin mudaxele bikin.  Dema ku Nuriye li ser hişê xwe bûye û pirtûk dixwend ketine hundir û ew revandine. Nuriye û Semîh di serî bi ji îxrackirina ji ser kar mafên wan ê xebatê ji destên wan hat girtin, piştre bi girtina parêzerên wan re mafê wan ê parastinê ji destên wan hat girtin, bi neanîna dadgehê re mafê wan ê darizandinê ji destên wan hat girtin û niha jî bi mudaxeleya ku li wan tê kirin dixwazin ku mafên wan ê jiyanê ji destên wan bigirin."   Esra ya ku tişta berê di grevên birçîbûnê de hat jiyîn bi bîr xist ev nirxandin kir: " Ji kesên di geva birçîbûnê de re av jî nehat dayîn û li bendê hat mayîn ku ji ser hişê xwe biçin. Em qet ji wan bawer nakin. Divê ku Nuriye demildest ji wê bê derxisitn û bînindadgehê."   Semîh ji 33 kîloyan zêdetir winda kiriye   Esra di nirxandina ku kir de anî ziman ku wê di hevdîtina vekirî ya bi Semîh re kiriye de dîtiye ku semîh biçûktir bûye û zêdeyî 33 kîloyan dayê.  Esra got ku AKP  du perwerdekar rehîn girtine û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Ji bo Nuriye û Semîh hem dibêjin nikarin bimeşin ji ber wê nayên dadgehê û hem jî dibêjin dibe ku birevin û gelek polîs li ebr edliyeyê kom dikin. Nûriye  û Semîh bi hatina gelek kesna a ber edliyeyê ya di 14'ê îlonê de gelek kêfxweş bûn û dixwazin ku di 28'ê îlonê de jî heman girseyê bibînin û li wna xwedî bê derketin."    Esra di banga xwe ya ji bo 28'ê îlonê de wiha got: " Ev doz tenê ne ya me ye. Ev doza bi milyonan kesan e. Ev doz doza kesên ku li dijî OHAL, KHK û bê hiqûqiyê li ber xwe didin e. Em dixwazin bibin şahidê bedena wan a ku dihele. Werin em di 28'ê îlonê de li Sîncanê hev bibînin."