‘Bêtehemuliya li dijî cenazeyê Dayika Xatûn 2017-09-27 09:26:26   Safiye Algaş   AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag ya di dema êrîşa li dijî cenazeya dayika Aysel Tuglukê, Hatun Tuglukê de li goristanê bû diyar kir ku bêtehemuliya li dijî goristanên Kurdan di şexsê dayika Hatun de gihiştiye lutkeyan û wiha got: “Kesên ku ne mêr, tirk û misliman bin, mafê jiyanê ji wan re tuneye."   Bêtehemuliya li dijî cenazeyên Kurdan gihiştiye asta herî jor. Bi dehan carî li dijî goristanan êrîş çêbûne û gorên endamên PKK’ê jî hatine texrîbkirin. Herî dawî di dema definkirina cenazeya dayika parlamentera HDP’ê Aysel Tuglukê , Hatun Tuglukê de êrîş pêk hatin û cenaze ji goristanê hat derxistin.    Piştî cenaze hat derxistin li Dêrsîmê hat definkirin. Parêzer Reyhan Yalçindag a li Enqereyê bû şahida êrîşan diyar kir ku ev nêzîkatiya desthilatdariyê tabloyek bi xof derdixe holê.   Reyhanê da xuyakirin ku ev êrîşa hema wisa di carekê de pêk nehat û ev êrîşeke bi rêxistinkirî bû. Reyhanê di berdewamiyê de wiha got: “Polîs li dijî her cureyê çalakiyên muxalîfan mudaxaleyê pêk tîne.  Pir caran bi ava şid êrîş dikin û sîvîlan qetil dikin.  Min parêzeriya van dozan jî kiriye.  Ji ber polîsan mudaxaleyên êrîşkaran nekir, êrîşkaran cesaret girt. Rayedaran du saetan bersiva telefona parlamenterên HDP’ê neda.  Kes neket nava tevgerê.   Reyhanê destnîşan kir ku êrîşên li dijî cenazeyê xala ku em hatinê nîşan dide û  nêrîna AKP’ê ev e ku yên HDP’î mafê wan ê mirinê li ser vê axê tune.   Reyhanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li vî welatî kesên ne misliman, ne mêr û ne tirk bin mafê wan yê jiyanê jî tuneye.