ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-09-27 09:13:43   *Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Axîn Adar  ku tevlî pêngava Bagêra Cizîrê bû ye, armanca xwe û bîranînê xwe di şer de anî ziman û got:" Em di nav têkoşîneke bêhempa de ne bi armanca rizgarkirina jinên Dêra Zorê ji Pencên DAÎŞ'ê". BI DÎMEN   *Guzel Şahîn a bi salan bi berxwedana xwe di hişan de cih girt yekem car Mirovên Şemiyê bê Guzelê man. Mirovên Şemiyê Guzel a bi salan bi hev re li Qada Galatasarayê runiştin, vegotin û diyar kirin ku ew dayika Guzel vebêjin wê kêm bimînin û divê ew bê jiyîn. BI DÎMEN   *Parêzer Reyhan Yalçindag ya di dema êrîşa li dijî cenazeya dayika Aysel Tuglukê, Hatun Tuglukê de li goristanê bû diyar kir ku bêtehemuliya li dijî goristanên Kurdan di şexsê dayika Hatun de gihiştiye lutkeyan û wiha got: “Kesên ku ne mêr, tirk û misliman bin, mafê jiyanê ji wan re tuneye." BI DÎMEN   *Bijîşkên Navenda Arî yên jin ya Tenduristiya Jinê kêfxweşiya xwe bi xizmetkirina jinan anîn ziman û gotin: "Ev navend xizmeta hemû jinan dike, em pir kêfxweşin dema em tiştekî wiha ji jinên civaka xwe re dikin." BI DÎMEN   *Di demsala payizê de serdema kelandina bilxur jî dest pê dike. Jinên ku amadekariya zivistanê dikin bi zahmetiyeke mizin re dest bi kelandina bixur (Dahunû)  kirin. Jinên ku li Nisêbînê bi kelandina genim ê ku wê bikin bilxur dest bi karê xwe kirin genimê dikelînin ji bo ku zuha bikin li ser banan radixînin. BI DÎMEN   *Desthilatdariya AKP’ê ji bo nifşê oldar bigihîne  her tim di pergala perwerdê û mifredatê de guherînan dike.  Ji sala 2002’an heta niha 6 caran di pergala perwerdê de guherîn hat kirin û di sala perwerda 2017-2018’an de jî mifredat hat guherîn û bi talîmata Serokomar ezmûna TEOG’ê hat rakirin.   *Li Pasûrê di bûyera îstîsmarkirina zarokê de, zarok û dayika wê daxwaznameyên xwe yên gilîkirinê şûn de kişandibû. Lê derket holê ku zaroka li dadgehê îfadeya xwe ji ber tehdîdê gilîkirina xwe şûnde kişandiye. Her wiha zarokê da xuyakirin ku mêrên ku gilî kirine, îşkenceya fîzîkî lê kirine û zor daye ku fihûşê bike.   *Tora Melîssa ya li Atînayê hat vekirin, bû mala duyemîn ya jinên penaber.  Li Mellîsayê jin di aqtîvîteyên civakî de cih digirin û sohbetan dikin û di mijara mafên penaberan de perwerdeyan digirin.   *Piştî ku li parlementoyê  operasyona derveyî sînor derbas bû bertek jî berdewam dikin. Hevserokên HDP yên Wanê gotin ku armanca operasyonan derveyî sînor hedefgirtina serkeftinên gelê kurd yên netewî ne. BI DÎMEN