Li dijî hunermend Pinar Aydinlar hewldana erîşê 2017-09-26 14:54:39   STENBOL - Endama Meclisa HDP'ê Pinar Aydinlar ji bo tevli doza xwe ya Çaglayanê bibe ket rê. Pinar dema di trafîkê de sekinî rastî êrîşa kêsê nasnameya wî nediyar, hat.   Endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pinar Aydinlar ji bo tevli doza ku ji ber di 7'ê Hezîranê de axivî bû hatibû vekirin bibe, ji mala xwe ya Kagitxanê derket û çû Edliyeya Çaglayana Stenbolê. Pinar û dayika xwe di wesayetê de dema li trafîka Kagitxanê rawestiyan, kesekî kincê sor ê ala tirk li sere  lê bû, ji wesayîta xwe hat xwarê û bi pehînan êrîşî wesayîta Pinar kir. Kesê ku bi dehan car pehîn li wesayîta Pinar da, heqaret jî kir. Pinar lez da wesayîta xwe û ji cihê bûyerê dûr ket.    Pinar Aydinlar serlêdana sûc kir û diyar kir ku ev bûyer plankirî pêk hatiye.