Qeyûmê tayînê şaredariya Amedê bûye gelo tacîza zayendî vedişêre? 2017-09-26 09:29:56   AMED - Jineke li Parka Sumerê ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mustafa T. yê şefê yekineyê ye ve rastî tacîza zayendî hatiye.  E. B helwesta şaredariyê ya li dijî tacîza zayendî wiha vegot: “Li şûna alîkariyê bidin min, gotin ti biçî dozgeriyê divê ti her tiştî bigirî ber çavan û heta gotin ti dikarî ji kar bê derxistin.  Tevî evqas bûyerên li şaredariyê tên jiyîn qeyûm ji nedîtîve tê.   Jina bi navê E. B ya li Parka Sumerê ya girêdayê Serokatiya Daîreya Baxçe û Parkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite, ji aliyê kesê bi navê Mustafa T yê şefê yekineyê bû rastî tacîza zayendî hat.  E.B ya rastî tacîza zayenî hat  der barê bûyerê de li Midûriyeta Giştî ya saziyê gilî kir, lê ti tiştek nehat kirin. E. B tiştên jiya ji JINNEWS’ê re vegot.   ‘Ev ne tacîza ewil e’   E.B bi lêv kir ku rastî tacîza fizîkî û gotinî ya Mustafa T hatiye û got di bin navê hevdîtina kar de Mustafa T gazî wan kiriye odeya xwe û yên neçûne jî bi tehdîda ji kar derxistinê tehdîd kirine.E. B wiha got: “Min ev nekarî qebûl bikira.  Min ji yekîneyên jor re ragîhand.  Piştre min ji jinan re got divê hun bêdeng nemînin. Naxwazin jin bixebitin. Dema jinan dibînin qebûl nakin.”   ‘Ji bo şûnde bikişînim dem dan min’   E.B got der barê Mustafa T de li midûriyeta serokatiya daîreya park û baxçeyan gilî kiriye û got der barê gilîkirina wê ya li dozgeriyê de jî midûr heta roja duşemê dem daye wê û gotiye ger dest ji gilîkirina xwe bernede wê der barê wê dest bi lêpirsînê bikin.   E.B bi lêv kir ku ji aliyê Mustafa T ve rastî mobîngê hatiye û pê de çû: “Mustafa qerfên xwe ji xebatkarên jin dikir.  Xebata jinan biçûk didît. Berê li şaredariyê bûyerên wisa nedihatin jiyîn. Ger tiştek bihata jiyîn der barê wî mêrî de dest bi lêpirsînê dikin. lê di pêvajoya dawî de bûyerên wisa pir tên jiyîn. Mustafa êrîşa zayendî li hemberî min pêk anî. Dema min ew li saziyê gilî kir ez ji jiyana xwe û zarokên xwe bi fikarim.  Lê çi dibe bila bibe ezê bûyerê teşîr bikim.   E.B got ew duh çûye qerekola Şehîtlîkê û der barê Mustafa T de gilî kiriye û her wiha ji jinan piştgirî xwest.