ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-09-26 09:00:58   *Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif hilbajartinên komînan nirxand û wiha got: "Hîmê bingehîn ê vê projeyê jin e. Me ev meş bi hev re da destpêkirin û em ê bi hev re heta serkeftinê vê meşê dewam bikin." BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA û Meşa Jinan a Cîhanê Ayşe Gokkan  ku di çarçoveya lêpirsîna dozger da destpêkirin de hat binçavkirin û girtin de dozer îdianame amade kir û  di raporê de hat îdiakirin ku Ayşe li navçeya Nisêbînê li gundê Xeraba Bava û Talate îşkenceya li gundiyan hatiye kirin, kiriye rapor û ‘neteperestiya Kurd e.’   *Li gundê Tilalo yê navçeya Sura Amedê bi hatina payîzê re jinan bi hev re dest bi çêkirina konserve  kirin. BI DÎMEN   *Li gundê Pîrsolanê ji aliyê zarokên gund ve Koma Zarokan hatiye avakirin. Zarok li gel stranên govendî her stranan dibêjin û govendê digirin. Her wiha Koma Zarokan di dewateke gund de hem stranan dibêje û hem jî govendê digire. Zarokan diyar kir ku ew bi stranên dayikên xwe hînî stranbêjiyê bûne û gotin ku ew dixwazin di pêşerojê de bibîn komek bi nav û deng. BI DÎMEN   *Seroka Egîtîm Senê a Giştî Feray Aytekîn Aydoganê der barê gûherên di mufredeta perwerdê de axivî û got: “Emê ne mufredeta cîhanê, mufredata zanistê vebêjin, emê mufredata demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê vebêjin. Bi talîmata serokomar di perwerdê de kaos hatiye afirandin.” BI DÎMEN   *Jineke li Parka Sumerê ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mustafa T. yê şefê yekineyê ye ve rastî tacîza zayendî hatiye.  E. B helwesta şaredariyê ya li dijî tacîza zayendî wiha vegot: “Li şûna alîkariyê bidin min, gotin ti biçî dozgeriyê divê ti her tiştî bigirî ber çavan û heta gotin ti dikarî ji kar bê derxistin.  Tevî evqas bûyerên li şaredariyê tên jiyîn qeyûm ji nedîtîve tê.   *Geliyê Munzurê ya divê di lîsteya mîrateya cîhanê de cih bigire ev du mehe bi hinceta operasyonan tê şewitandin. Zercan Keskînê bertek nîşanê şewitan da û wiha got: “Yên Dêrsîmê dişewitînin û li Enqereyê definkirina cenazeyên me asteng dikin heman zîhniyete. Divê em li dijî vê zîhniyetê bibin ye.