Bajarê kevnar Dara ji ber 'butçeya nayê dayîn' di binê erdê de dimîne 2017-09-25 09:10:58   MÊRDÎN - Bajarê kevnar Dara yê ku bi dîroka xwe û bi avahîsaziya xwe navdar e li binê erdê li hêviya keşfkirinê ye. Bajarê ku ji ber butçeya nayê dayîn  ji vekolînê re nayê vekirin, balkêşiya xwe diparêze.   Bajarê kevnar Dara  yê ku bi xweşkahiya xwe avahîsaziya niha li pey xwe dihêle, nayê restorekirin û di kurahiya dîrokê de tê hepiskirin. Bajarê ku herî dawî bi xebatên vekolînê ket rojevê, piştî xebateke kurt dîsa bi qedera xwe re rûbirû hat hiştin. Bajar ji ber bûtçe jê re nayê dayîn 12 kîlometreyên wî di binê axê de ye û li benda keşfkirinê ye.   Dîrok di binê axê de li benda keşfkirinê ye   Bajarê kevnar ku li gundê bi 20 kîlometre ji Nisêbîna Mêrdînê dûre, ji ber sersariyê berê wekî axur dihat bikaranîn. Bajarê ku piştre bi têlan hat parastin û ji şikeftên biçûk, parestegeha tavê û ji goristanan pêk tê  her roj ji gelek kesên ku tên dîtin re malovaniyê dike. Bajar li gorî dîroka xwe ya kevnar zêde eleqeyê nabîne û tevahiya gund digire nav xwe. Ji aliyê arkeolokan ve demeke kurt vekolîn lê hatiye kirin, piştre dîsa bajar bi qedera xwe re rûbirû hatiye hiştin û niha nîvê mezin yê heman bajarî dibinê axê de li benda keşfkirinê ye.   'Bila dîrok bê keşfkirin'   Niştecihên gund ên ku gotin bi keşfkirina vî bajarê kevnar re wê Darayê hîn bêtir eleqeyê bibîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotin: "Butçe nayê dayîn û nayê parastin. Her wiha  bi salan e tu vekolîn li bajar nehatiye kirin û bi qedera xwe re  hatiye hiştin. Gelk qadên bajar ên veşarî ku bi têlan tên parastin hene. Kî dizanê bê ji bilî tişta ji derve di hundirê bajar de çi heye. Dibe ku gelek tiştên bi nirx hebin. Em naxwazin ku ev bajarê dîrokî bi qedera xwe re rûbirû bê hiştin. Em dixwazin ku bêhtir vekolîn bê kirin û dîrok derkeve ser rûyê erdê."