ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-09-25 09:00:00   * Biryara hincetê ya 7 sal û 6 meh cezayê girtîgeyê yê li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrelê hatiye birîn, hat aşkerakirin. Dadgehê îdia kir ku , Çaglara ku di axaftinên xwe de ‘îfadeya serok’ bikaraniye, fikrên Abdullah Ocalan esas girtiye û ev jî nakeve azadiya fikr û ramanê.   * Jinên ku ji çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên rêjîmê xilas bûn spasiya QSD'ê kirin û bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku alîkariya koçberan bikin. BI DÎMEN   * Bajarê kevnar Dara yê ku bi dîroka xwe û bi avahîsaziya xwe navdar e li binê erdê li hêviya keşfkirinê ye. Bajarê ku ji ber butçeya nayê dayîn  ji vekolînê re nayê vekirin, balkêşiya xwe diparêze. BI DÎMEN   *Pinar Yaşara ku 24 saliye û ji bo ku debara mala xwe bike dirûngeh vekiriye bi hevjîne xwe re dixebite. Pinarê got ku bi karê xwe serbilind e ji ber ku bi hevjînê xwe re bi awayekî wekhev hilberînê dikin û debara mala xwe dikin. BI DÎMEN