KJK: Li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin 2026-10-18 21:03:13     NAVENDA NUÇEYAN -KJK’ê biryara darvekirinê ku cara duyem ji bo Werîşe Muradî hatiye dayîn şermezar kir û got, “Em bang tevahî jinên azadîxwaz û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hember darvekirinan bêdeng nemînin, xwedî li pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derkevin.”   Koordînasyona KJK’ê derbarê biryara darvekirinê ku cara duyemîn ji aliyê rejîma Îranê ve derbarê siyasetmedara Kurd Werîşe Muradî de daye, daxuyaniya nivîskî da.   KJK’ê pêkanînên rejîma Îranê şermezar kirin û diyar kir ku jinan bi têkoşîna azadî û piştevaniyê re, polîtîkayên darvekirinê vala derxînin û destnîşan kir ku jinan bi rêxistinbûna xwe ya di her qadê de bibin xwedî gotin û maf.   ‘Bi berxwedana xwe nûnertiya îradeya jinan dike'   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rejîma Îranê ew cara duyemîn, ji têkoşera jina kurd Werîşe Muradî re, cezayê darvekirinê dide. Di serî de em kiryarên rejîma îranê yên derveyî der mirovahî şermezar dikin û diyar dikin jin wê bi têkoşîna xwe, ji bo azadiyê û hevgirtina xwe polîtîkayên darvekirinê yê vala derxin û di her qada jiyanê de xwe rêxistin bikin bibin xwedî gotin û maf bin.     Werîşe Muradî di 1 Tebaxa 2023’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û di Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di sala 2025’an de cezayê darvekirinê ji hêla dadgehê ve hate betal kirin. Ji roja ku Werîşe Muradî ji aliyê Rejîma Îranê we hatiye girtin bi helwest û berxwedaniya xwe dengê xwe gihandiye hemû cîhan û jinan. Her wiha derketina dadgehê red kirine û bi wî avayî helwesta xwe bi avayekî eşkere û radîkal li hember neheqî û bê edaletiya dewletê diyar kiriye. Werîşe Muradî bi berxwedanî û sekna xwe, îradeya hemû jinên dîlgirtî û azadîxwaz yê di girtîgehên rejîma Îranê de temsil kiriye. Bi wî avayî têkoşîna jinên di girtîgehê de hîn bi awayekî rêxistinî meşandiye.   ‘Rejîm jî bo bêdengkirina civakê darvekirinan bi kar tîne'   Biryara rejîmê ya darvekirinê, hewildana tirsandin û durxistina jinan ji têkoşîna azadiyê ye. Bi wê şêwazê bi wan biryarên ne adil şerek teybet li ser derûniya girtiyan dide meşandin. Rejîma benê sêdarê wek gefxwarinê li hember civakê bi kar tîne û her roj bi dehan mirovan bi sedemên cuda cuda darve dike û hebûna xwe bi wî awayî didomîne. Li hember zextên derve tengasiya ku jiyan dike li hember serîrakirinên civakê û jinan bi zext, polîtîkayên xwe yên qedexe, êşkence, darvekirin, birçî hîştin û bê kar hîştinê temenê  xwe  dirêj dike. Di rastiyê de rejîmek xwedî tewanên giran li hember mirovahiyê û rewa bûna xwe ji her hêlî ve ji dest daye. Darvekirin ji bo rejîmê bûye rewşek rojaneyî û dixwazin civakê û jinan bê îrade bikin.   ‘Têkoşîna civakê mezin dibe'   Ji ber polîtîkayên rejîmê, li Îranê jiyan li jêr gef û metirsiyê de ye. Li cihê jiyanê her dem bi mirinê civakê û jinan tehdit dikin. Pêşeroja ciwanan bi darvekirin û girtinan re tê tehdit kirin. Hêvî û daxwaza jin û ciwanan ya pêşerojê bi sînorên hişmendiya rejîma desthilatdar û totalîter tê sînordar kirin. Garantiya mirovan nîne û bi taybet dema jin derveyê sînorên ku dewletê diyar kirine derdikevin, bi cezayê herî girtan re tên ceza kirin. Di van salên dawî de bi dehan jinên çalakvan û siyasî girtin û darve kirin û bi dehan jinên wek Wurîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Nejme Emînî hukmê darvekirinê li ser wan hatiye sepandin. Ew rejim dijminahiya jin, ciwan û civakê dike. Esas ji ber rejim ji têkoşîna bi bandor ya jinan ditirse ew çend zextan û darvekirina zêde dike.   Civak û jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her dem li hember polîtîkayên heyî serî rakirine, rejima heyî qebûl nekirine û daxwazên xwe yên pergalek demokratîk û azadiyê gotin û jiyanê de îfade kirine. Lê belê rejim jî, her dem bi darvekirinê bersiva daxwazê wan deye. Bi hişmendiya nijadperestî, olperstî û zayendîperstî pêşî li daxwazên civak û jinên yên demokratîk û serhildan nerazîbûnan digire. Dewletekî ew çend ku civaka xwe di jêr darê zorê de bigire û bi çav tirsandinê re rûbirû bihêle, bêguman wê ew civak jî tola xwe ji rejîmê bigire û bê deng namîne. Çiqas rejim darvekirinan, zextan, qedexeyan û girtanan zêde dike ew çend civak serî radikin û têkoşînê mezin dikin.   ‘Sembolênberxwedanê ne'   Jin, ciwan û civaka Îranê bi salane li hember wan kiryaran têkoşîn kirine û li ber xwe dane, kesayetên jinên pêşeng wek Zeyneb Celaliyan ku ew 18 sale ji hemû derfet û mafan bê par hatiye hiştin, lê rejîmê tu cara nekarî pêşiya bandoriya têkoşîna wê û berxwedaniya wê ya ji derve re bigire û xelekek têkoşînê li dora xwe ava kir. Di wan salên dawî de jî Werîşe Muradî û bi dehan jinên Îranî li girtîgehên cuda ew têkoşîn berdewam û berbelav dikin. Ew bûne sembol û pêşengê şoreşa ‘‘ Jin Jiyan Azadî.’’ Têkoşîn û berxwedaniya wan li ser mîrasek dîrokî, civakî û polîtîk we pêş dikeve û xwedî bingehek e kur e. Têkoşîn û berxwedaniya jinên Kurd bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re gerdûnî bû, li her derê hişyarî ava kir. Çiqas rejim di hewildan û bêdeng kirina deng û bandora şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de be wê ew çend polîtîkayê wan vala derkevin. Ji ber potansiyel û dînamîkek kur nav civaka Îranê de heye we her dem zindiye û gûhertinê re vekiriye.   ‘Têkoşînê mezin bikin'   Wek KJK, em bang raya giştî û hemû jinên azadîxwaz dikin, li hember kiryarên derveyê mirovahiyê yên darvekirinê bêdeng nemînin. Ji her demê zêdetir têkoşîna xwe rêxistinî û berfireh bikin. Çawa hemû jin bi yek dengî û yek helwestî xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derketin, heman şêwazê xwedî li pêşengê şoreşê derkevin û kiryarên darvekirinê vala derxînin û pêşî lê bigirin. Bi dirîşma, ‘’Darvekirin Sûcê Mirovahiyê ye, Na Ji Bo Sêdare, Erê Ji Bo Jiyana Azad ’’ seferber bibin.”