Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan 2026-10-09 16:35:28   NAVENDA NÛÇEYAN -  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku malbata Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Malbat ji Girava Îmraliylê vegeriyan.   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê hevdîtina malbatan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê de daxuyanî da. Buroya Hiqûqê ragihand ku îro Malbata Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîne. Buroya Hiqûqê da zanîn ku ji malbata Abdullah Ocalan; Havva Elçîn, Omer Ocalan û Haci Aydin Ocalan di hevdîtinê de cih girtin e.   Her wiha malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan.