Ceylan Onkol li ser gora xwe hat bibîranîn 2026-09-28 16:04:27   AMED - Ceylan Onkol di salvegera kuştina wê ya 17emîn de li ser gora xwe hate bibîranîn. Dayika Ceylan Onkolê Salîha Onkol xwest ku bûyerên bi vî rengî bi dawî bibin û wiha got: “Bila çi kes neyên kuştin. Bila livehhatinek çêbibe û aştiyek mayînde pêk were.”   Ceylan Onkol a ku di 28ê Îlona 2009an de li mezraya Xombaz a gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê bi guleya hewanê hatibû kuştin li ser gora xwe ya li gund hat bibîranîn. Malbata Ceylan Onkol, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Halîde Turkoglu, siyasetmedar, endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes li cihê bîranînê amade bûn.   ‘Bila livehhatinek çêbibe û aştiyek mayînde pêk were’   Dayika Ceylan Onkolê Salîha Onkol da zanîn ku ew dixwazin êdî aştiyek mayînde pêk were û ev tişt gotin: “Xwedê mafê Ceylanê li erde nehêle. Ez dixwazin êdî ev bûyerên bi vî rengî bi dawî bibin û çi kes neyên kuştin. Bila livehhatinek çêbibe û aştiyek mayînde pêk were.”   ‘Em daxwaza yekeyên lêkolînî dikin ku bila edalet pêk were’   Dû re Adalet Kaya dest nîşan kir ew bûyera 17 sal beriya niha qewimiye ji bo mirovahiyê trajediyek e û wiha axivî: “Ev 17 sal in weke sazî, komele û partî em li ser vê meseleyê rawestiyane û lêgerîna me ya hiqûqî berdewam dike. Îro di bin banê dadweriya edaletê de yekeyek hatiye avakirin ku ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin xebatan bike lê mixabin ev yeke hêj çi xebateke berbiçav nemeşandiye û bêdeng maye. Îro bi serkêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye dest pê kirin, em daxwaza yekeyên lêkolînî dikin ku edalet pêk were.”