Divê xebat bi îstiqrar bin: Divê komîsyon demildest dest bi xebatê bikin 2026-09-28 09:02:23   Melîke Aydin   STENBOL - Meral Daniş Beştaş diyar kir ku lijneyên binî yên piştî Qanûna Çarçoveyî hatine avakirin hîna dest bi xebatê nekirine û got divê ewil aktorê siyasî yê pêvajoyê Abdullah Ocalan bigihêje statuyê û komîsyon divê demildest dest bi xebatan bikin.   Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde PKK’ê biryara feshkirinê da û çek şewitandin. Piştî vê Qanûna Çaçroveyî hat derxistin û ket meriyetê. Piştî civîna ewil a di 24’ê Tebaxê de hat kirin, Lijneya Şopandin û Nirxandinê, Koordîasyona Karên Edlî û Hiqûqî, Tespît û Şopandin, Koordîasyona Stratejîk û Bêçekbûnê ya Civakî û Yekbûnê bi giştî 4 komîsyon hatin avakirin. Endam û bernameya xebatê ji rayagiştî re nehat aşkerakirin û tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe koordînatorê siyasîbûnê. Şêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum di 17’ê îlonê de daxuyakirin ku wê Abdullah Ocalan di komîsyonê de cih bigire û meclîsê daxuyakirin ku xebatên komîsyonê wê piştî 1’ê cotmehê heta dawiya meha mijdarê dikare dirêj bibe. Li ber vê bertek hatin nîşandan.   Hevberdevka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş da zanîn ku 4 lijneyên koordînasyona binî yên Lijneya Şopandin û Nirxandinê hîna dest bi xebatan nekiriye û wiha got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de divê xebat hîn bêtir bi îstîqrar bin. Divê gavên ku hîn bêtir baweriyê didin bên avêtin.”   ‘Divê xebat bi îstîqrar bin’   Meral Daniş Beştaş diyar kir ku piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyî rayagiştî dipên ku qanûn wê çawa pêk bê, lijneyên hatine avakirin kengê dest bi xebatê dikin û got: “Lijneya Şopandin û Nirxandinê biryara avakirina çar lijneyên koordîasyona binî bên avakirin, da. Lê hîna neketiye pratîkê. Divê xebat bi îstîqrar bimeşin. Divê gavên hîn bêtir baweriyê didin bên avêtin.”   ‘Abdullah Ocalan koordînatorê siyasîbûnê ye’   Meral Daniş Beştaş di berdewamiyê de bi lêv kir ku yekane tişta ku rayagiştî pê dizane biryara avakirina 4 lijneyên koordînatora binî ye û wiha vegot: “Yek koordînasyona siyasîbûn û bêçekbûnê ye. Yek ji komîsyona binî ya girîng e. Tê payîn ku Birêz Ocalan wek koordînatorê siyasîbûnê peywirê bigire. Ev ji destpêkê de tê axaftin. Lê hîna ev lijne ava nebûye. Nîqaşên der barê qada jiyana li Îmraliyê ya Abdullah Ocalan rojeva esas piştperde dike. Pirsgirêk ne avahî ye, ne ku çend metrekare ye. Pirsgirêk ev e ku Abdullah Ocalan ku aktorê siyasî ye wê di kîjan şert û mercan de bixebite û wê kî ligel wî be, wê têkiliya wî ya bi derve re çawa be.”   ‘Divê zemîna hiqûqî ya statuyê hebe’   Meral Daniş Beştaş wiha vegot: “Abdullah Ocalan aktorê siyasî yê pêvajoyê ye. Di şertên hewceyî de pêvajo çawa tê meşandin divê bê nîqaşkirin. Ji 27’ê Sibatê de ye pêvajoyek heye. Zemîna hiqûqî girîng e. Em naxwazin Kurd ji derveyê qada hiqûqî bê hiştin. Qanûna çarçoveyî sererastkirinek ku kêmasî û aliyê wê yên bên rexnekirinê hene. Pirsgirêk ne xanî an jî avahî ye. Pisgirêk statu ye. Divê zemîna hiqûqî ya statuyê Birêz Ocalan bê rûniştandin.”   ‘Divê meclîs berpirsyariyê bigire’   Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku divê Komîsyona Şopandina Meclîsê ya di qanûna çarçoveyî de cih digire bê avakirin û balkişand ser daxuyaniya wê komîsyon piştî 1’ê cotmehê bê avakirinê û got: “Hewce nîne em li bendê 1’ê cotmehê bin. Beriya 1’ê cotmehê jî dikare hevdîtin bên kirin hejmara endaman û rêje bên tespîtkirin. Kîjan partî cih digirin divê bên zelalkirin. Divê rola meclîsê bi şopandinê sînor nemîne. Divê meclîs berpirsyariyê bigire. Divê dest bi avakirina civaka demokratîk bê kirin.”   ‘Jin kirdeya esas in’   Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku divê jin di navenda pêvajoyê de cih bigirin û wiha bi lêv kir: “Nîvê civakê jin in. Divê jin wek kirdeya esas û hêza pêşeng di pêvajoyê de cih bigirin. Jin bi îrade, hebûn û têkoşîna xwe pêşengên pêvajoyê ne. Divê pêvajo bi rexnekirinê sînor nemîne. Ji bo mayînebûna aştiyê divê têkoşîn bê dayîn. Divê em ne tenê aliyê ku temaşe dikin, divê em aliyê ku daxwaz dikin bin.”