'Bi demokratîkbûnê aştî pêk tê' 2026-09-23 09:04:45   ENQERE - Jinan diyar kirin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekane û got: “Di pergala civakî de li gorî nirxên mirovahî ya navneteweyî û hukmên navneteweyî dikare aştî bê tesîskirin.”   Di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat destpêkirin, jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, parêzvanên maf diyar dikin ku aştiyeke mayînde bi gavên demokratîkbûnê pêkane. Ligel vê tê diyar kirin ku pêvajo tenê wek mijara ‘ewlehî û bêçekbûnê’ nikare bê nirxandin û ev ji aştiya civakî re xizmetê nake.   Ji parêzvanên mafê mirovan Gunselî Kaya û Ayşe Bakkalci diyar kirin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, bi azadiya fikr û ramanê, rakirina zexta darazê, pêkanîna hukmên qanûnî yên navneteweyî dikare pêkan be.   ‘Aştî bi afirandina hawira demokratîk pêkane’   Gunselî Kaya da zanîn ku hawira aştiyê tenê ji bêdenbûna çekan ne pêkane û wiha domand: “Avakirina hawira aştiyê; azadiya fikr û ramanê ya mirovan, qebûlkirina azadiya nîqaşkirinê, rakirina zextên darazê ye. Aştî bi afirandina hawira wekhevî û demokratîkbûnê pêkane.”   ‘Hawira aştiyê bi azadiya nîqaşkirinê tê afirandin’   Gunselî Kaya di berdewamiyê de bi azadiya çapemenî û nîqakirinê hawira aştiyê dikare bê afirandin û wiha dirêjî dayê: “Divê hawireke ku mirov dikarin çareseriyê nîqaş bikin, zanyar, civaknas û muxalîf xwe îfade bikin bê afirandin. Di hawirek wisa de aştî dikare pêk be. Avakirina aştiyê di van hawiran de pêkane. Divê zemînên hiqûqî yên van dikin bin ewlehiyê bên avakirin. Di pergala civakî de li gorî nirxên mirovahî ya navneteweyî û hukmên navneteweyî dikare aştî bê tesîskirin. Nasname, ol û mezheb çi dibe bila bibe divê hemû jin bi hev re têkoşînê bimeşînin û aştiyê ava bikin.”   ‘Dewlet tu carê mafên demokratîk di siniya zêrîn de pêşkêş nake’   Ayşe Bakkalci jî daxuyakirin ku divê demokrasî ne di bi tekele tu kesî debe û ji bo vê jî banga têkoşîna çalak kir. Ayşe Bakkalci wiha dirêjî dayê: “Dewlet tu carê mafên demokratîk di siniya zêrîn de pêşkêş nake. Em li pirtûkên dîrokê dinêrin, wek ya nîşanê me dide em ne civakek ji kevneşopiya têkoşînê têne. Em ne civakek xwedî hişmendiy avê ne. Komara demokratîk tê axaftin. Em bawer nakim ev pêk bê. Ev bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Divê em ji dewletê nepên.”   ‘Civak aştiyê dixwaze’   Ayşe Bakkalci balkşand ser zextên demên dawî de li hember hunermend û komedyenan tên kirin û daxuyakirin ku ji muxalîfan re mafê jiyanê nayê nasîn û wiha dawî lê anî: “Divê jin têkoşîna xwe bidomînin. Divê binpêkirina mafan di rojevê de bê hiştin. Piranî civak aştiyê dixwazin. Divê mafên me yên xwezayî neyên xespkirin. Di vê alî de divê em hewl bidin. Divê her kes bi awayekî azad têbikoşe. Em civakek ku edalet û hiqûq heye dixwazin.”