Jinên Êlihê: Daxwaza me aştî ye 2026-08-15 09:03:48   ÊLIH –Jinan derbarê tecrîd û pêvajoya aştiyê de hestên xwe anîn ziman û gotin, "Em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Daxwaza me aştiyê û em naxwazin ku êdî xwîn birije."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, piştî pejirandina Qanûna Çarçoveyî ku ji meclisê derbas bû, gihîşt qonaxeke krîtîk. Jinên ku nîqaşên li parlamentoyê û gavên hatine avêtin nirxandin, diyar kirin ku ji bo aştiyeke civakî ya mayinde, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi temamî were rakirin û hemû girtiyên siyasî werin berdan.   ‘Bila Rêberê me were berdan’   Şukriye Acar, bal kişand ser pêwîstiya berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û g got: "Em niha aştiyê dixwazin; em dixwazin malbatên leşker û gerîlayan bên gel hev. Em wekheviyê dixwazin û dixwazin bi her kesî re di çarçoveya wekheviyê de bijîn; em dixwazin Rêberê me, Selehattîn Demîrtaş û hemû girtî serbest werin berdan."   ‘Ev cîhan ji bo me hemûyan têra xwe mezin e’   Hanife Yeni, bi gotina ku divê êdî cenazeyên gerîlayan neyên dest bi axaftina xwe kir, wiha lê zêde kir: "Em aştiyê dixwazin; em dixwazin ciwanên me azad bin û ez dixwazim hemû gelê me bi yekîtî tevbigere. Ev cîhan berfireh e. Ji bo me hemûyan cih lê heye û em dixwazin dawî anîna cenazeyan bê."   ‘Ji bo gelê Kurd û Tirk gava erênî ye’   Nuran Seçkin bal kişand ser girîngiya wê gava ku ji bo aştiyê hatiye avêtin û wiha got: “Ez ji bo Birêz Abdullah Ocalan û kesên ku di vê pêvajoya aştiyê de piştgiriya wî dikin, serkeftinê dixwazim. Bila ev pêvajoya aştiyê hem ji bo Rêber û hem jî ji bo kesên li zindan û çiyayan azadiyê bîne. Pêşnûmeya qanûnê ji parlamentoyê derbas bû, lê hêj tu gaveke berbiça tune ye; dîsa jî em hêviya xwe qut nakin  en dixwazin aştiyek mayînde ji bo Kurd, Tirk û Erban tevde were pêkanîn. Ez hêvî dikim ku ew jî destê xwe dirêjî Birêz Abdullah Ocalan bikin û yekitî pêk were. Di van rojan de, kes nikare kesê din bixapîne. Ew gava ku hatiye avêtin ji bo Kurd û Tirkan girîng e."   Behice Kaymaz jî wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin; ev du sal in em li benda berdana zarokên xwe ne, lê aştî pêk nayê.”